Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê: Bêdengiya ji çekên kîmyewî re hevkarî ye

Şêniyên Wargeha Mexmûrê karanîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla tê bikaranîn bi tûndî şermezar kirin û bang li malbatên şehîd û şervanan kirin da ku dijî çekên kîmyewî bibin xwedî helwest û xwedî li gerîlayan derbikevin.

ARMANC HEREKOL

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkîldarî bikaranîna çekên kîmyawî yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîlayên azadiyê her roj tên bikaranîn ji rojnama me re axivîn.

‘Zarokên me bi çekên kîmyewî qir dikin’

Dayîka Oznûr Kaya di destpêka axaftinên xwe de tevahî şehîdên doza azadiyê bibîr anî û got: “Çekên kîmyewî sûce û di cîhanê de hatiye qedexekirin. Lê mixabin niha li Zap, Avaşîn û Metîna li ser gerîlayên me tên karanîn. Wek Kurd em ji van çekan ne xerîbin, ji ber ku mînaka Helebce heye. Her wiha li Rojava jî fosfora spî bikaranîn. Niha jî, li çiyayên azad li ser gerîlayên me tên bikaranîn. Mafên mirovan nemaye û rojane zarokên me bi hovane tên qetilkirin. Bêdengiya dewletan diyar dike ku hevkarê vî sûcî ne û bi hev re zarokên me yên 18 û 20 salî bi çekên kîmyewî qir dikin.”

‘Divê em wek jin xwedî li zarokên xwe derbikevin’

Oznûr Kaya di dawiya axaftinên xwe de tevahî sazî, destgeh û kesên ku li hember karanîna çekên kîmyewî bêdeng dimînin, bi tûndî şermezar kir û wiha pêde çû: “Ez wek dayîkek a gerîlayan vê qirêjiya dewleta Tirk qebûl nakim. Me dîmenên zarokên xwe yên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûyî dîtin û em vê bê exlaqiyê qebûl nakin. Her dayîkek ji ber wan dîmenan, bi hêrsin û diqehirin. Divê me wek jin cîhan bihêjandiba û xwedî li zarokên xwe derketiban. Lê mixabin dîsa jî bêdengî heye. Ez bang li tevahî dayîkan dikim, werin em xwedî li zarokên xwe derbikevin. Bila em jî bên kîmyabarankirin, em ji zarokên xwe ne çêtirin. Bila me jî qir bikin, jixwe me her roj dikûjin. Ji bo wê, jin û dayîkên şehîd û şervanan divê rabin ser piyan û bi hev re pêşî li van dagirkeran bigirin.”

‘Mala Barzanî hevkarê karanîna çekên kîmyawî ye’

Her wiha esnafê bi navê Eshed Çelî jî li ser heman mijarê axivî û di destpêkê de serkeftin ji gerîlayan re xwest û ev tişt gotin: “Armanca sereke ya karanîna çekên kîmyawî, qirkirina tevahî Kurdan e. Ne tenê gerîla, dixwazin Kurdan ji holê rakin. Ji bo wê niha van çekên qedexekirî, li dijî gerîla bikar tînin. Zilmek mezin li Kurdan tê kirin. Sedema wê jî Kurdin, ji ber ku Kurd hevdû nagirin û dijî hevdû ne. Mînaka herî berbiçav mala Barzanî ye. Temaşe bikin, mala Barzanî niha li kêleka dewleta Tirk a ku çekên kîmyawî li dijî Kurdan bikartîne, cih digire. Maskeyên gazê yên gerîlayan desteser dikin û li Xelîfanê gerîlayan şehîd dixin. Em wek malbatên şehîdan, PDK û taybet mala Barzanî rûreş dikin.”

‘Ji karanîna çekên kîmyawî re bêjin Na!’

Herî dawî Eshed Çelî da zanîn ku çekên kîmyewî xwezaya Kurdistanê jî qir dike û bi vê bangê dawî li axaftinên xwe anîn: “Gerîlayên ku tên kîmyakirin xwişk, bira, keç û kûrên me ne. Divê em wek malbatên şehîdan xwedî li gerîlayên xwe derbikevin. Sazî û destgehên mafên mirovan, bêdengin. Lê divê em malbatên Şehîdan bêdeng nemînin. Gerîlayên me rûmeta me ne û bang dikim werin em bi hev re xwedî li zarok û gerîlayên xwe derbikevin. Divê her Kurdekî xwedî şeref, herî kêm bêje, ji karanîna çekên kîmyewî re Na!”

Yorum Gönder

0 Yorumlar