Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Paqijgirtina xwezayê çandek ya gelê Kurd e’

Endamê Rêveberiya Dibistana Şehîd Jiyan, Mamosta Evdî Korkmaz balkişand li ser girîngiya paqijiyê ya ji bo parastina çand, civak û xwezaya ku mirov di nav de jiyan dikin û got: “Rêber Apo em li ser fikrê parasrtina nirxên xwezayê perwerde kirine, pêwîste em li gorî vî fikrî, derdor û xwezaya xwe ji qirêjî û gemariyê biparêzin.”

Jiyan Pîran

Yên nirx û parastina civakê îfade dikin ewin yên ku xweza û derdorê xwe paqij digirin in. Lê mixabin her roja ku derbaz dibe mirovahî ji nirxên xwe yên parastin û paqijgirtina derdor dûr dikevin. Ev yek ziyaneke mezin dide xweza û jiyana mirovahiyê.

Têkildarî vê mijarê Endamê Rêvberiya Dibistana Şehîd Jiyan, Evdî Korkmaz ji rojnama me re axivî û diyar kir ku mirov bi paqijgirtina derdor û xwezaya xwe de heyîna xwe ya mirovbûnê îfade dike.

‘Divê bi taybet ciwan di vî alî de xedî berpirsyartî be’

Mamosta Evdî di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku ger mirov xwezaya xwe ji qirêjiyê ne parêze, wê demê heyînekî bi navê mirovahî namîne û got: “Ez bang li tevahî şêniyên wargehê bi taybet ciwanên wargehê dikim ku li paqijgirtina derdor û cihê ku lê jiyan dikin, xwedî derbikevin û derdora xwe paqijbigirin. Ji ber ku erkê mirovan yê sereke, parastina xweza û paqijgirtina derdora ku têde jiyan dike ye.”

‘Rêber Apo em li ser fikrê parasrtina nirxên xwezayê perwerde kirine’

Korkmaz di nava axaftinên xwe de destnîşankir ku gelê wargehê bi fikrên Rêber Apo yên parastina xwezayê, hatiye perwerde kirin û divê gelê wargehê li gorî vê yekê tevbigerin û wiha axaftinên xwe domand: “Gelê Kurd bi çanda xwe ya paqijiyê tê naskirin. Taybet jî gelê ku dibin Rêbertiya Rêber Apo de perwerde dîtine. Rêber Apo em li ser fikrê parasrtina nirxên xwezayê perwerde kirine, pêwîste em li gorî vî fikrî derdor û xwezaya xwe ji qirêjî û gemarê bi parêzin. Ji ber ku gelê wargehê ji walatparêziya xwe zêdetir bi çanda xwe ya paqijiyê tê naskirin. Li ser vî bingihî divê em derdorê xwe paqij bigrin ku em bikaribin bi paqijiya xwe ya xwezayê bala derdor bikişînin ser îdolojiya xwe. Kesên derdor û xwezaya xwe qirêj dikin, ti girêdanbûnek wan ya bi exlaqê mirovatiyê re tine ye. Her ferdek yê civakê divê di aliyê paqijiyê de bibe mînakek baş û PKK bûyîna xwe bi derdora xwe bidin hîskirin. Bi taybetî jî hemû xwendevanên dibistanan dikare bi rêk û pêkî û paqijgirtina dibistanên xwe bibin mînak.”

‘Pêwîste her kesek li paqijiya xwezayê xwedî derbikeve’

Endamê Rêvberiya Dibistana Şehîd Jiyan, Evdî Korkmaz di dawiya axaftinên xwe de qala lewazbûna çanda paqijiyê ya di wargehê de kir û wiha peyîvî: “Dema em li gelê Mexmûrê temaşe dikin bi taybet jî ciwanên me, her ku diçe berpirsyartiyên xwe yên paqijgirtina xwezayê ji bîrdikin û qirêjiyên heyî davijin ser rê û nava kolanên wargehê. Kesê ku di parastina xwezayê de xwe berpirs bibîne ne tenê ciwan, pêwîste hemû ferdên civakê derdor û xwezaya ku têde jiyan dike paqijbigirin û paqij bikin. Kesên xwe di parastina xwezayê de berpirs nebînin, em nikarin bêjin ew kes jiyan dikin. Ez bang li tevahî şêniyên wargehê bi taybet ciwanên wargehê dikim ku xwe di paqijgirtina derdor û cihê lê jiyan dike de berpirs bibînin û derdora xwe paqijbigirin. Ji ber ku erkê mirovan yê sereke, parastina xweza û paqijgirtina derdora ku têde jiyan dike ye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar