Ji Heqî Karer heta Mazlum Dogan, ji Mazlum Dogan heta Akîf Yilmaz, Kemal Pîr û Elî Çiçek biryara çalakiya a mirinê ji bo jiyanek pîroz û bi wate dan. Di demsala biharê de biryara mezin ya agirê Mazlum Dogan di canê çaran de bû findek û geşbû. Biryarek bû ku mohra xwe li dîrokê da. Bi agêrê canê xwe Zindan ronîkirin, zilma dihat sepandin di kesayeta çaran de hat darizandin û di tarîtiyê de hate xeniqandin. Bê guman çalakiya çaran perperûka domandina azaweriya jiyanê û razadina Mazlum Dogan ya li beramberî jiyanê bû. Biryara canbexşane ya Mazlum Dogan a bi dirûşmeya ‘Berxwedan jiyane, Teslîmeyet xiyanete’ dewir girt. Bi serbilindî ber bi jiyana serfiraz ve meşiyan û ev meş gelemperî kirin. Bingihê jiyanek nû ji bo civakê diyar kirin. Mirovên xwedî nirxên dîrokî mezin kirin. Di wateyek din de ev çalakî bi hemû aliyan ve xwe gihandina ronahiyê, armac û gihandina rastiya mîlîtantiyê ye. her wiha ev çalekî gihandina her kesê ku dibêje ez bi namûsim û girêdayî doza azadiyê me. Bê guman ev çalakî di demekî ku şiyariya netewî pêk dihat de hat lidarxistin. Her wiha ji bo dawî li dîlgirtinê bînin, mafê xwe biparêzin û hesap ji dagirkeran xwestin bû. Hemû şoreşger û karkerên bi êşkencê re rû bi rû diman, bi neynûkên xwe dîroka berxwedaniyê bi dirûşmeya ‘Bimire dagirkerî û mîtîngerî’ di kolan. Ji bo vê jî hemû şaneyên canê xwe radikirin serhildanê. Li dijî hêzên dagirker û nûker di her henaseyek xwe ya jiyanê de, mirin darizandin û dîrok bi xwîna xwe di neqişandin. Bi eşqa jiyanê ber bi serkeftinê ve dimeşiyan, roj bi roj faşîzim li hember karker û gelan têkdiçûn û taya mirinê digirtin. Hêzên şoreşger û faşîst di nava şerekî dijwar de bûn. Ger heta îro em li ser linganin, em deyîndarê şoreşger, şehîd û berxwedêrên mezin in. Têkoşîna rizgariya netewî her santîmekê bi êşan û fedekariyek mezin hatiye bidestxistin. Rizgariya gelan bi bedelan tê bidestxistin. Serkeftin hîskirin bi bawerî şerkirin û ji şerê xwe bawerkirin pêwîste. Serkeftina netewî bi rêxistinkirin û zanakirina civakê re tê bidestxistin. Pêwîstî bi pêşengek rast, fedekar, xwe bexş û bawer tê bidestxistin. Gava pêşeng û gel bûn wek goşt û neyînûk, ti êşên neyên tehemûlkirin nayên derbazkirin nîne. Di dîrokê de gelê Kurd mîrateyekî berxwedanê ji me re hiştiye. Berxwedana tevgera Kurdê azad, PKK’ê dewirgirt û didomîne. Gelê Kurd, textê Asuriyan bi serê wan de anîn xwar, Medya avakir û bû roja Rojhilata Navîn. Gelê Kurd hemû îstilayên hatibûn Kurdistanê asteng kir û ala berxwedanê tim li jor bilind kir. Birçî man, penaber bûn lê ti caran dest ji evîna çiya berneda. Ev gel li dijî Tirk, Ereb û Farisan serî ne tewandin. Ubeydullah, Bedirxan, Yezdanşêr, Rewandûz Sasan, Agrî, Zîlan, Palo, Genç Dersimê eşqa xwe ya azadiyê û ya serxwebûnê domandin. Binxistin lê ti carî ji binketinê ne tirsan. Di rojên zehmet de hertim bi canbexşane têkoşiyan û hêzgirtin, di meşa xwe ya berxwedanê de astengî nasnekirin. Em xwedî mîrateyek bi vî awayî ne. Qetilkirina Heval Haqî Karer nîşanî me da ku ji bo têkbirina mêtîngeriyê bedel tê xwestin. Li zindana Amedê, di kesayeta şoreşgerên mezin de hêzên mêtînger di xwestin hêviya azadî û serxwebûnê bi xenîqînin û têkbibin. Dibe di hinek şeran de windakirin hebe, lê sebra Heqî, Kemal, Akîf û Elî ne mabû, berxwedan kirin mertal ji bo xwe û ji mirinê jiyan afirandin. Bi çalekî û gotina xwe ya dawî ‘Gava me ev al rakir divê berxwedan bê kêmanî be, ger bedela wê canê me jî be emê bidin’ û biryara greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dan. Di bin vê alê de jiyankirin, û berxwendan bilind kirin. ‘Ev fermana pêşengê me Mazlum Dogan e’, wî ev rê dabû pêş ya wan. Rêber Apo dibêje; ‘Mazlum di bin şert û mercên herî giran de berpirsyartiya xwe anî cih.’ Êdî dora wan bû.
‘Erê partiya me ji me berxwedanê dixwaze em dûrî hemû corê çekan bûn. Di van şert û mercan de canê me di destê me de ye emö bı agirê xwe dijmin bi şewitînîn. Her agirkî ku di canê me de bê pêxistin, wê bibe find û çirayek ku tarîtiya tê ferzkirin ronê bike. Her wiha wê xiyanet û teslîmyetê bi hilweşîne û me bigihine gelê me. Gelê me bi me ve girêdayî ye wê hêviyê bilind bike û zilma mêtîngertiyê hilweşine. Ji bo derbazkirina vê rêyê partiya me PKK mîrate û ezmûnekî berxwedanê daye me. Her hevalek, her welatparêzek bi zanista xwe pêwîste erkê dikeve ser milê wan pêkîne û bi peywira xwe rabe. Bi cih anîna vê çalakiyê em dixwazin peywira xwe ya demê bînin cih û em bibin mînaka şênber ya jiyanê. Rê hevalên hêja vêya baş bizanin ji naha û şûn de gelê Kurd û gelê Tirk wê bi me re be.’ Em li Dîlokê bi Heqî re, li Hîlwanê bi Xelîl Çavkûn re, li Dêrsimê bi Besê re, li zindana Amedê bi Mezlum re bimînin.’
Zozan Botan
0 Yorumlar