Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê 11’mîn salvegera Şoreşa Rojava bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiyê de banga xwedî derketina sîstema netewa demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 11’mîn salvegera Şoreşa 19’yê Tîrmehê ango Şoreşa Rojava, şahiyek hat lidarixistin.
Pîrozbahî li Parka Şehîd Aryen Cûdî, bi tevlîbûna sedan welatî û bi deqiqeyek rêzgirtin destpê kir.
Piştre li ser wate û girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî û 11’mîn salvegera Şoreşa Rojava li mîmarê azadiyê Rêber Apo û tevahî cangoriyên azadiyê, gelê Rojavayê Kurdistanê û li gelê Kurd pîrozkir.
Bûdak diyar kir di Şoreşa Rojava ku weke şoreşa jinê tê binavkirin de, bi deh hezaran şehîd hatin dayîn û bi deh hezaran jî gaziyên şoreşe çêbûn û wiha dewam kir; “Em bejna xwe li ber têkoşîna wan de ditewînin. Ew hebûn û sedema jiyana me ne. Raste di serkeftinan de bedel tê dayîn, em Kurd jî her tim canê xwe feda dikin. Ji bo welatê xwe em canê xwe didin. Bi van şoreşan me li cîhanê daye nîşandan ku Kurd hene û têkoşîn dikin.”
Herwiha Bûdak da zanîn ku îro jî Rojavaya ku cîhan û mirovahî ji êrişan parastiye, di bin êrişan de ye, Rojavayê Kurdistanê bi sîstema netewa demokratîk birêve diçe û ev pergal alternatîfa tevahî pergalên desthilatdare û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Ji ber wê yekê sîstema me di bin êrişên desthilatdaran de ye. Ya ku dikeve ser me, xwedî li sîstema netewa demokaratîk derketine û ev sîstem dayîna jiyankirine. Ji bo wê em baş dizanîn ku bi pergala netewa demokratîk wê faşîzm bê hilweşandin û tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin. Bi boneya 11’mîn salvegera Şoreşa Rojava, em dubare tevayî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û şehîdên Şoreşa Rojava bibîr tînîn û bejna xwe li beramberî ked û têkoşîna wan ya pîroz ditewînîn.”
Piştî axaftinê, şahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.
0 Yorumlar