Fatma Kirorî wiha qala serpêhatiya jiyana xwe ya bi êş a penabertiyê dike û dibêje: “Her ku ez mezin dibûm barê jiyanê li ser milê min bilind dibû.
Jiyan Pîran
Di rêwîtiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de gelê Kurd, bi taybet jî jinên Kurd gelek bedelê giran yên ji temen û barê xwe girantir re malavahî kirine. Ji ber ku têkoşîna di hate kirin ne ji bo pariyek nan, ne jî ji bo avahiyekê bû. Belku ev têkoşîn ji bo azadiya Kurd û Kurdistan bû. Me jî xwest êşên dayîkên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi we re parvebikin. Dayîka Fatma Kirorî jî yek ji van dayîkane ku deriyê boxcika jiyana xwe ji me re vekir û em kirin mêvanê serpêhatiya xwe.
‘Nirx
didan keda dest’
Dayîka
Fatma li Gundê Kiror yê ser bi Navçeya Qilabanê ya Şîrnexê çavê xwe li jiyanê
vedike. Zarokatiyek rengîn a pir bi lîstok di nava gundê xwe de jiyan dike.
Dayîka Fatma di destpêka axaftina xwe de jiyana zarokatiya xwe û bê dayîk mezinbûna
xwe bibîrdixe û wiha vedibêje: “Min dayîka xwe di temek biçûk de winda kir. 4
zarokên Dayîka min hebûn ji wan jî ez tenê keç bûm. Dema dayîka min koça dawî
kirî Birayê min yê biçûk dû salî bû. Kar û barê malê giştî li ser milê min bû,
ez jî zarok bûm, min nedikarî tiştek bikim. Bi alîkariya bavê xwe ez hînî kar
bûm. Ji derveyî karê malê min gelek karê dest û çêkirina nexşan jî çêdikir. Wê demê
nirx didan keda dest û hunera ku bi destê jinan dihatin çêkirin. Piranî kel,
pel û pêwîstiyê jiyanê me bi keda destê xwe pêşwazî dikir. Lê her ku ez mezin dibûm barê jiyanê li ser milê min
bilind dibû. Rojekê bavê min got ‘Pêwîste tu bizewicî û ji birayê xwe re
bibî berdêl.’ Ji derveyî vê jiyanek din cûdatir ji bo min ne dihat sazûman
kirin. Ez neçar mam ji vê biryara bavê xwe re serî bi tewînim. Ez bi hevjînê
xwe re zewicîm û min berê xwe da gundê Şiwêd. Hevjîna birayê min, ji min gelek
biçûktir bû ew jî mîna min neçarî vê biryarê hat hiştin.”
‘Min
bi herî û xweliyê cil û serê zarokên xwe di şûşt’
Dayîka
Fatma di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku her roja derbaz dibû êş û
zehmetiyên jiyana wê mezintir û kûrtir dibû, li aliyekê jî ev êş hêz û
heskirina wê ya li hember jiyanê zêdetir dikir û wiha pêde çû: “Ez ne bi
xwesteka xwe zewicîm, min di vî alî de gelek zorî jiyan kir. Êdî karê malê ji
min re zehmet nedihat. Lê jiyana ez di nav de her roj zehmetir dibû. Piştî ez
zewicîm bi pênç mihan ez ji mala xwesiya xwe cûda bûm. Derfetê me dest neda ku
em xaniyek jixwere çêkin, em destpêkê di govekê de bicih bûn. Bi karkirinê re me
hêdî hêdî pêwîstiyên jiyan xwe dabîn bikin. Çend zarokên min çêbûn. Hevjînê min
dest bi milîstiyê kir bi vê re êrişên dewletê li ser me zêde bûn. Her roj gund
didan ber top û hewanan. Çend caran gule li mala me
ketin. Em neçarbûn gund berdin. Dema me gund berdayî hevjînê min ne li mal bû,
ez û zarokên xwe bi tenê bûn. Em salekê li gundê Roboskî man. Hevjînê min hat
girtin û dijmin ji hevjimê min re got ku ‘Tû îro ji gund dernekevî emê te bikujin.’
Ji derveyî zarokên xwe min tiştek din bi xwe re ne anî. Ji ber zilma dewleta
Tirk û PDK’ê me gelek wargehe guhertin. Hevjînê min di sala 1995’an de li Dihokê
ji aliyê PDK’ê ve hat girtin. Piştî hat berdan rêya xwe girt û çû Bakur, êdî li
me ne vegeriya. Min bi zarokên min ve di nava şert û merçên penabertiyê de wisa
hêla. Ji ber ku derfetê min nebû ez sabûn bikirim û pê serê zarokên xwe bişûm,
min bi herî û xweliyê cil û serê zarokên xwe di şûşt. Min dû heyvan zarokên xwe
wisa xwedî kir. Ez di ambargoya sala 1995’an de zarokşîr bûm jinên cîranên min
alîkarî dida me carna ji bo zarokên min nan peyda dikirin. Bi nanê kifko û hişk
min zarokên xwe di ambargoyê de xwedî kir. Ji bo em teslîm bibin, dewleta Tirk
û PDK’ê hertişt bi serê me anî.”
Dayîka
Fatma bi van gotina dawî li çîroka xwe anî: “Di rêwîtiya penabertiyê de
rawestgeha me ya dawî Mexmûr bû, lê ne rawestgiha êşên me bûn. Rûxmê hemû
zoriyan jî em li pey doza xwe ne. Ji ber ku yên di bedela vê têkoşînê de canê
xwe dane zarokên me ne. Keça min jî ev rêya pîroz hilbijart û bû yek ji cangoriyên
vê rêya pîroz.”
0 Yorumlar