Li Kurdistan û Rojhilata Navîn dengê lingên şoreşa jinê bûye melkemûtê pergala desthilatdar. Dengek wisaye bi sê peyvên efsûnî ya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku ruhê ji fikrê nûnerên çanda xwidawendan ya Rêber Apo hatiye avakirin; miriyên hezar salî ji goristanê radike dixe nav refên têkoşînê. Jixwe ger ne ew ruh û efsûn baya, ma gelo kî dikarî miriyek 5 hezar salî ji goristanê rake, ew jî têrêneke bike lehengê sedsalekê? Anubîs efsane, lê Apo û Apocîtî rastiyeke tê jiyankirine. Jinan biryara azadiyê daye. Sala 2023’an hem di qada leşkerî de hem jî di qada civakî û rêxistinî de li Kurdsitan û seranserî cîhanê pêngavên yek kirina têkoşîna jinan ya cîhanî hatin avêtin. Ev têkoşîn hêvênê serkeftinêye. Li hemberî hemû pêkhateyên desthilatdar û bê mafiyan rêya têkoşînê, berxwedana ku li ser bingehê exlaq û wijdanî tê meşandine. Li Kurdistanê bi fikir û xebata Rêber Apo ya 50 salî nexşeya rêya azadiya jinê hatiye diyarkirin, rêwî û pêşengên vê nexşerêyê ev nîv qernê têkoşîna azadiya jin û civakê didin meşandin. Di pergalên Kapîtal û Feodal yên niha li ser mirovahiyê hikûmraniya xwe didin meşandin de jin heta qirikê di nava pencê qirkirineke çandî û fîzîkî de ne. Rojane li her quncikekî cîhanê agahiya kuştin, destdirêjî, şidet û heqaretê tên. Di hişmendiya pergalê de kêmbûn, milkbûn, namûs û tine hesibandina jinê weke xezayîb, ne hatiye bi cihkirin. Lewra li beramberî van hemû kiryarên li ser jinê têne pêkanîn ne wek civakî, ne jî zagonî nikare pêşî li van bûyeran bigre. Li kêleka van hemûyan jî jinan hertim di xetekî de bi şêwazê berxwedanê li beramberî van pergalan anîne ser ziman. Bedelên van nerazîbûnan carnan; bi gotinî, carnan zindî zindî şewitîn, carnan li sêdarê dan, carnan jî di bîrên tarî de hatin xeniqandin. Lê di ti serdeman de jin bi temamî bêdeng û bê bertek nemaye. Em niha di serdemek wisan de jiyan dikin ku di bin navê modernbûyîn, azadî û pêşketinên civakî de kuştin, destdirêjî jinan ji rê digrin dest. Ev ji heqaret û hovitiya serdemên berê nade jibîr kirin tê jiyankirin. Li Rojhilata Navîn di bin navê namûs, irf û edetên pergala feodal de li welatên Ewropa, Emerîka û welatên din di bin navê heskirinê de, derûniya xirab ya pîskopatî û bazara pergalê de rojane jin tên qetilkirin, hem fîzîkî hem weke xwebûn û hebûn derbeyên xedar li hebûna jinê tê dayîn. Ji bo netewên ji derveyî pergala Netew dewletê, jinên ku ruh didin jiyanê û ciwanên pêşeroja civakê nekarin xwe rêxistin bikin û li beramberî pergala Kapîtal bibin yek. 24 demjimêran lobiyên şerê taybet û yên qirkirinên fîzîkî hebûna van sê pêkhateyan dibin bombabaranekî bê navber de digre. Bi jinê re civak û xweza di nav pencê dêwan de digevize. Yekane rêya rizgariya ji vê nefestengiyê şopandina têkoşîna Jinên Apocî ye, ev têkoşîn bi avabûna PKK’ê re bûye nexşerêya azadiya jinê. Di dîroka 50 salî de jinên xwe bi fikra Apocî gurç û pêçkirîn û mohra xwe li hemû demên teng dane û bûne nefesa vê bîrdoziyê. Li beramberî êşkence û polîtîkayên teslîmgirtin û fetisandinê ya cuntaya 12’ê Îlonê sekna Fermandar Sara, li hember reşkujiya 6’ê Gulana 1996’an li dijî Rêbertî çalakiya rêheval Zîlan, li hember Îxaneta PDK’ê çalakiya Heval Bêrîtan, li hember komploya navnetewî çalakiya Heval Viyan Soran û tevahî pêvajoyên vî rengî bûne nûnerê xeta têkoşîn û serhildanê. Civaka ev leheng ji nav wan derketîn îro bûne şopdarê wan û di qada civakî de pêşengiya şoreşa sedsala 21’an dikin ku ev Şoreşa Jinê ye. Li Kurdistan û seranserî cîhanê çend salên dawî pêlên serhildanên jinan her ku diçin berfireh dibin, ji Şîîlî bigre heta Afganîstan, Stanbol heta Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinan bi awayek vekirî ji vê pergala desthilatdar re gotin ‘Êdî Bese’. Bi platform, Konferansa Jinên cîhanî, serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku di Mijdara 2022’an de hatibû despêkirin têkoşîna jinan di pêşengiya Jinên Kurd de derketiye asta qewsek din pêşdeçûyîna şoreşê. Di 8’ê Adar û 25’ê Mjdarê de li hemberî hilweşandina hevpeymana Stenbolê, di hilbijartinan de sekna jinan ya li hemberî rejîma faşîst AKP-MHP’ê li hemberî terora Talîban berxwedana jinên Afganî bûne mijarên sereke yên sala 2023’an ku heman sal temambûna 100 saliya Lozanê ye jî. Di nava salê de li gel van hemû xebatên polîtîk û rêxistinî sekna jinên şerker yên Gerilayên YJA-STAR û HPG’ê şerê di tunelan de dayîn meşandin çelekiyên fedaî yên heval Sara û Ruken, sekna Mizgîn û Viyanan bûye manîfestoya rizgariya jinan. Di vê wateyê de rol û misyona jinan têkoşîna ku niha tê meşandin rêya sereke ya hilweşandina pergala zilamê serdeste. Ji bo pêkanîna vêya jî yekparekirina têkoşînê, rêxistinkirina jinan li hemû aliyên cîhanê, avakirina Konfedralîzma Jinê wê bibe rêya herî rast ya gihiştina serkeftinê.
Hêlîn Mûrad
.jpg)
0 Yorumlar