Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çalakiya nobetê hat destpêkirin

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê hat destpêkirin. Wê beşdarvanên çalakiya nobetê pênc rojan carekê bên guhertin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê hat destpêkirin. Çalakiya nobetê ya Mexmûriyan wê bi şev bê kirin.

Piştî ku gel li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Mexmûrê kom bû, deqîqeyekê rêz ji bo giyanê tevayî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd hat girtin. Koma destpêkê ji endamên Hevserokatiya Meclisa Wargehê pêktê, wê çalakiya nobetê pênc rojan carekê bê guhertin.

Li ser navê koma yekem ya çalakvanan Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê, Neşat Kara axivî.

Neşat Kara di axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Wek tê zanîn di van rojên pêşiya me de em dikevin 100 saliya Peymana Lozanê. Peymana ku beriya niha sed salan bi peymanên navnetewî, hêzên hegemonîk yên cîhanê Kurdistan kirin çar parçe û Kurd bêstatû hêlan. Di roja me ya îro de heman hêzên cîhanê bi dagirkerên Kurdistanê re dixwazin gelê Kurd bi înkar, îmha û tecrîdê re rûbirû bihêlin. Herwiha di van sedsalên pêşiya me de gelê Kurd bê Rêbertî bihêlin, bi wê ve girêdayî ji statûya Kurdbûyînê bêpar hihêle.

Kara balkêşand ser tecrîda girankirî û qedexeya hevdîtinên malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê ve tê ferzkirin û wiha got; “Ev 28 mehin em wek gelê Kurd bi tu awayî ji Rêbertiya xwe agahî nastînin. Hêzên hegemonîk yên cîhanê bi dagirkerên Kurdistanê re ev bi salane bi polîtîkayên qirkirin, îmha û înkarê her wiha tecrîda ku li Îmraliyê didin meşandin dixwazin carekî din gelê Kurd bêstatû bihêlin. Em wek gelê Kurd dixwazin ji dost û dijminan re bêjin, gelê Kurd ne gelê beriya sed salane ku we bêstatû hiştiye û ne jî şert û mercên cîhanê yên îro dihêle ku hûn bi hêsanî gelê Kurd bêstatû bihêlin. Em wek gelê Kurd ji bo jiyankirin û dana jiyandin ya paradîgmaya Rêber Apo her cûrên xebatan dikin û heta şikandina tecrîdê, emê têkoşîn û berxwedana xwe bidin berdewamkirin.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ bidawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar