Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKRAWANÊN ROJÊ: SOZDAR BILEH


Dîroka gelê bindest tijî êşên mezin ên ku nehatiye nivîsandin, heta roja me ya îro di taritiya desthilatiyê de maye. Gelê Kurd jî yek ji van gelên bindeste ku ev sed salin li erdnîgariyeke ku kes naxwaze navê wê bibihîze, çand û zimanê wî nasbike jiyan dike. Lê li hemberê van celadên xwînmij ên ku xwezaya wan, dewlemendiyên wan yên çandî xirab dikin û mafê jiyanê nadin kesek ku ne wek wan be, sal bi sal, meh bi meh, roj bi roj têkoşîna xwe bilindtir kirin. Her dayîkek Kurd parçeyek ji canê xwe fedayê Kurdistanê kir. Rêheval Sozdar jî yek ji van ewladê gelê Kurd û ewladê malbatek welatparêze. Wek navê xwe soz da ku tola gelê bindest ji celadên xwînmij rake.

Minewer Oren bi nasnav Sozdar di sala 1985’an de li Bileh Qilaban ê di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cihanê vedike. Rêheval Sozdar di 9 saliya xwe de, di sala 1994’an de bi malbata xwe re ji ber êrişên dijmin neçar dibin ku dest ji welatê xwe berdin û bikevin ser rêya penaberiyê. Ji wê kêliyê û şûnde Sozdar dibe zarokek penaber ku ser rêyek dûr û dirêj, bi êş û keder ji bo rûmeta xwe. Li ser vê rêya dûr û dirêj li gelek wargehan derbas dibe û bi malbata xwe re  bi gelek zehmetan re rû bi rû dimînin. Herî dawiyê li Wargeha Mexmûrê bi cih dibin. Li Mexmûrê dest bi dibistanê dike. Heta roja me ya îro ku her zarokek Kurd  nikaribû bi zimanê xwe bixwendibûya, lê heval Sozdar di vê jiyana xwe ya penaberiyê de bi zimanê  xwe dixwîne û dinvîse. Ev jî encama têkoşîna ku bi salan dane derketiye holê. Li dibistanê di her dersekî xwe de zîrek û dibe xwedî têgihiştinekî bi bingeh. Di nav civak û hevalên xwe de dibe xwedî kesayetek fedekar, dilnizim û rêzdar. Rêheval Minewer di 1999’an de piştî ku Rêbertî dîl tê girtin soza xwe ya tevlêbûna nav refên gerîla dide. Li çiyayên azad, navê xwe dixe Sozdar. Edî ew bibû Sozdara soza rêya heqîqetê, bibû soza yek ji mîlîtaniya jin ya li ser bîrdoziya Rêbertî ya ku ji jin re xêz kiribû. Li çiyayê azd di gelek qadan de têkoşîna xwe dide meşandin. Rêhaval Sozdar a ku di nava refên têkoşînê de xwe di her hêlê de perwerde kir û xwe pêşxist, dibe yek ji wan şagirtên dilsoz a dibistana jiyana azad ya Rêber Apo. Xwe di bîrdoziya jin ê de kûr dike û tiştên ku fêr bûye dixe piratîkê, bi fîkrên xwe yên pirreng  jiyanê dewlemend dike û dibe mamosteyek ji bo her havalekî xwe. Heval Sozdar dû caran bîrîndar dibe. Ev bîrîndarî ti carî nabe asteng li ber jiyana wê ya gerîlatî. Belê Rêheval Sozdar li her lutkeyên çiyayên azad bi cesaret û îradeyek bê hempa li hemberî dijmin şerkir û di şerê xwe de bi serkeftî bû. Vê carê berê xwe dabû şoreşa Rojava. Derbazî Rojava dibe û li beranberî DAIŞ bi cesaret û îradeyek bê hempa di şerê rûmetê de cîh digre û li Ceza yê di sala 19.08.2014’an de bi 8 hevalê xwe re digihije karwanên nemiran. Rêheval Sozdar ji roja ewil ve bi rûhê serkeftinê ji bo bîrdoziya jinê xurtir bike, her tim di nava hewildan û têkoşînek bê hempa de bû. Sozdar bû sozdara welat û gelê xwe.

 

 


Yorum Gönder

0 Yorumlar