Yek ji bijîşkên Nexweşxaneya Şehîd Hogir, Egîd Kobanî têkildarî nexweşiyên werza havînê axivî û diyar kir ku sedemên nexweşiyên havînê hemû germahiya heyî ye.
Xurbet Tallî
Dema ku havîn tê, laş bêtir li ber tavê ye û bi gelemperî
metirsiyên nexweşiyan di vê werzê de heye. Yek ji bijişkên Nexweşxaneya Şehîd
Hogir a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê, Egîd Kobanî di derbarê nexweşiyên ku di
werza havînê de derdikevin ji rojnameya me re axivî û got: “Herî zêde zarok di
werza havînê de bandor dibin û nexweş dikevin, pêwîste bi taybet zarok ji
demjimêr 11:00’an heta 15:00’an dernekevin derve.”
‘Herî zêde zarok bandor dibin’
Dr Egîd Kobanî di axaftina xwe de diyar kir ku sedemê
hemû nexweşiyên havînê germahiya zêde ye û wiha got: “Nexweşiyên ku di werza
havînê de derdikevin wek taya gerim, vereşîn, zikçûyîn (îshal) tîfo, birûsela û
hwd ye. Piraniya
van nexweşiyan jî derketina ber rojê ye. Dema derket ber rojê û pileya germahiyê
jî derdora 48’an û zêdetir be, ev nexweşî derdikevin. Her wiha di havînê de yek
ji sedemên nexweşiyan, xwarina gerim e. Bi wê ve girêdayî sewze û fêkiyên ku di
havînê de çêdibin, ji ber ku li ber germahiya rojê zêde dimînin, zû xerab dibin
û bakterî zû dikeve hindirê wan, ne wek zivistanê ye. Ji bo wê jî eger ev sewze
û fêkî baş neyên şûştin, dibin sedemê van nexweşiyan. Dîsa nexweşiyên weke birûsela
û tîfo ku ew jî di werza havînê de derdikevin, ev jî ji xwarinên weke şîr,
mast, hêk, penîr û hwd çêdibe.”
Dr Egîd da zanîn ku li
wargehê di werza havînê de herî zêde zarok bandor dibin û nîşaneyên van
nexweşiyan wiha rêzkir: “Bi kesên ku ev nexweşî pêre peyda dibin re nîşaneyên
destpêkê weke ser êşî, gêjbûn, bêtaqet bûn, vereşîn û zikçûyîn e. Eger ev
nexweşî ji rojekê derbazbike, pêwîste zû serî li nexweşxaneyê bide. Bi taybet
herî zêde zarok ji germahiyê bandor dibin û nexweş dikevin. Di vî alî de zarok
ji yên mezin bêhtir girantir dibin. Kesên ku bi van nexweşiyan dikevin û serî
li nexweşxaneyê didin jî em derman didin wana, bi wî awayî baş dibin.”
‘Pêwîste di aliyê
xwarina sewze û fêkiyan de baldar bin’
Bijîşkê Nexwşxaneya
Şehîd Hogir, Egîd Kobanî di dawiya axafitinên xwe de ev hişyarî dan: “Ji bo xweparastina
ji van nexweşiyên ku di werza havînê de derdikevin, pêwîste gel bi taybet zarok
ji demjimêr 11:00’ê rojê heta 15:00’an dernekevin derve. Her wiha pêwîste di
aliyê xwarina sewze û fêkiyan de jî baldar bin, ji ber ku di meha havînê de
herî zêde fêkî û sewze zû xerab dibin û dibin sedema nexweşiyan.”
0 Yorumlar