Ticker

10/recent/ticker-posts

HUNERMED Û ŞOREŞGERÊ KURD: HOZAN SEFKAN


Hozan Sefkan, bi navê eslî Celal Ercan hunermend û şehîdekî doza azadiya Kurdistanê ye. Şehîd Sefkan, di sala 1960’an de li gundê Laluşagi ya Çemişgezekê (Dêrsim) hatiye dinê. Piştî ku li Elezîzê dibistana xwe ya Navîn û Amadeyî diqedîne, di sala 1978’an de xwe li Enstîtûya Perwerdê ya Amedê qeyîd dike. Di salên xwe yên ku li Amedê derbas dike de dikeve nava Tevgera Azadiya Kurdistanê û li dibistan û cihên din de xebat dike. Di 1980’an de tevlî PKK’ê dibe û demekî li vir weke kadroyek profesyonel karên partiyê dike. Paşê digel komek ya hevalên xwe ji bo perwerdeya li baregehên leşkerî ya Filistînê derbasî Lubnanê dibe. Piştî perwerdeya ramyarî û leşkerî, dîsa vedigere Kurdistanê û li herêma Elezîz û Dersimê karên leşkerî û rêxistinî dimeşîne. Erkên fermandariyê pêktîne. Wî karên xwe di dema darbeya leşkerî ya12’ê Îlonê de di nava tengasiyên gelek dijwar de meşandibû. Şehîd Sefkan di sala 1982’an de dîsa bi biryara partiyê derbasî Lubnanê dibe. Di dawiya sala 1982’an de derbasî Ewropayê dibe. Ew, li wir li gel şehîd Mizgîn saziya Çand û Hunerê ango ‘Huner Kom’ê didamezirînin. Di heman demê de koma mûzîkê ya ‘Koma Berxwedan’ avadikin ya ku di mûzîka Kurdî de yek ji komên herî girîng yên tevgera azadiya Kurdanê ye. Hozan Sefkan, piştî demekî ya ku tijî derbasbûye, di 1984’an de biryar dide ku ji nû ve vegere welat. Gava digihêje welat, ew derbasî Çiyayê Qendîlê dibe û dest bi jiyana gerîlatiyê dike. Hozan Sefkan di 16’ê Nîsana 1985’an de li gel 7 rêhevalên xwe yên din dikeve komployekî ajan-provakatoran ya ku ji aliyên înkarîtiya revizyonîst û neteweperestiya seretayî (îptîdayî) ve hatiye hîmaye kirin û jiyana xwe ji dest dide.

Şehîd Sefkan, li gel Şehîd Mîzgîn pêşengê mûzîka şoreşgerî an jî mûzîka berxwedanî bû. Bi damezrandina Huner Kom û Koma Berxwedan re rolek girîng lîst. Wî her tim hewl da ku ji bo afirandina mûzîkekî nû û rast a Kurd bingehekî baş bavêje. Û di bingeh de gihîşt armanca xwe jî. Mûzîka berxwedanî ya ku ji aliyê Şehîd Sefkan, Şehîd Mîzgîn û kedkarên din ve hate avakirin, hem ji aliyê mûzîka Kurd ve rastiyek nû bû û hem jî ji şoreşa Kurdistanê re ji bo pêşketinê hêzek dîrokî da. Niha bi hezaran endam û şopdarên vê mûzîkê hene. Hozan Sefkan, ne tenê îcra dikir ango stranbêjek bû, ew mûzîkarek, afirênerek bû. Kurdî, Tirkî, di herdû zimanî de hunêrên xwe çêdikir. Ev jî li gorî wê demê, ji aliyê xizmet kirina şorêşê ve rolek hîn berfireh dilîst. Li gel mûzîkê, şêwekarek jî bû. Ji vî alî ve jî ji huner û şoreşa Kurd re xizmet kir. Ew, wekî mûzîkarek şoreşger, di destekî xwe de saz, di yên din de çek, rêgezan nîşan kir: “Pêwîste mûzîk û mûzîkar, stranbêj, ji pêşketina şoreş û cîvakê re xizmet bike!”

Stranên ku Heval Sefkan xwendiye: Vaye PKK Rabû; Dayê; Bihêre Destar; Kandil Dağı (Çiyayê Qendîl); Ha Gerilla; Teman Köyü (Gundê Teman); Kürdün Gelini (Bûka Kurda).

Yorum Gönder

0 Yorumlar