Gelê Kurd bi sedsalan ji bo xaka xwe têdikoşe. Girêdana bi axê re weke têkiliya dayîk û zarok e. Heskirina hevdu, hestên dilovaniyê hiştiye ku her tim Kurd şerê hebûn û xwebûnê li hemberî hemû polîtîkayên şerên qirêj, qirkirin, bişaftin û komkujiyê bidin meşandin. Her ewladek Kurdistanê şerê hebûn û xwebûnê daye. Xwebûn, hebûna li ser koka xwe bi jiyîna xwe mîsoger e. Ji ber vê yekê her têkoşîna hebûnê, tekoşîna xwebûnê ye. Ji ber hebûn û xwebunê, keç û xortên Kurdan bi fedekarî canê xwe xistin mertalek ji bo Kurdîstanê. Yek ji van jî ku şerê hebûn û xwebûnê daye rêheval Mustafa Tallî ye. Mustafa Tallî bi nasnav Şerîf, di sala 1971’an li gundê Mijîn a girêdayî Qilabanê di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li dinyayê vedike. Rêheval Şerîf di nav malbat û gundek ku kevneşopiya jiyana birûmet a ji aliyê rêxistinê ve hatiye afirandin de mezin dibe. Heval Şerîf ku heta 5 salan dibistanê dixwîne, bi zîrektiya xwe ya di dersên xwe de dibe mînakek jiyanê. Ne tenê di dibistanê de di jiyana xwe ya malbat û civakê de jî ji bo heval û hogirên xwe dibe mînakek ber bi çav. Rêheval Şerîf hê di temenê biçûk de dibe şahidê êrişên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker. Ji ber vê jî hêrsek mezin li dijî dagirkerên Kurdîstanê di wî dilê xweyê biçûk de dihewand û ev yek dihîşt ku hê di ciwantiya xwe de jî bibe tekoşînvanek ji bo doza xwe ya mafdar. Teybetmendiyên wî yên dilnizmî û cesareta wî dihêla di malbat û derdor de girêdanek ji bo wî avabibe. Rêheval Şerîf ku Gerîlayên Azadiya Kurdîstanê ji nêz ve dît û nas kir, ji kêliyên destpêkê ve di bin bandora jiyana pîroz de dimîne û bîryar dide ku bikeve ser rêya heqîqetê û hesabê êrişên dijmirovahî ku yên ser ax û welatê xwe bipirse. Di sala 1986’an de berê xwe dide çiyayên azad û di nava herikîna jiyana pîroz de wek şervanek yê gelê xwe dest bi têkoşîna xwe dike. Di demek kin de xwe di bîrdosiya Rêbertî de pêşdixe û dibe çalakvanekî jêhatî û ruhê serkeftinê di jiyana xwe de mîsoger dike. Ji bo serkeftina têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bi fedekariyeke mezin û bi ruhekî fedaî bi erkên xwe tev digere û di aliyê rêhevalên xwe de dibe mînakek berbiçav. Rêheval Şerîf di her çalekiyê de bi fedekariyek mezin di pêşte cih digre û di çalîkiyekê de bîrîndar dibe. Ji bo tedawiyê diçe qada Rêbertî. Li wir jî di hêla bîrdozî û felsefeya jiyanê ya Rêber Apo de xwe pêşdixe û carek din vedigere çiyayên azad.
Têkoşîna
rêhevalê Mustefa ya ku 11 sal ji bo azadiya gelê xwe dayî meşandin, bê navber
berdewam kir û di sala 1997’an de li Xinêre Şekeîf digihîje karwanên nemiran û
bû yek ji çirokê jiyanê ya destan ê.
0 Yorumlar