Li Şeqlawe ji ber pirsgirêka mîrate belavkirinê, bav kurek xwe kuşt.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh bi şev li navçeya Şeqlawe ya ser bi Hewlêrê, welatiyek kurê xwe yê bi navê Ziryan kuştiye.
Gorî agahiyan, pirsgirêk ji ber belavkirina mîrate çêbûye. Tê gotin kesê bûyer pêkanî fermandarek naskirî yê PDK’ê ye.
Derbarê bûyerê de heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.

0 Yorumlar