Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Ya dewleta Tirk li ser lingan dihêle şêrê taybet û îstixbarata wî ye’

Mamostayê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn a Mexmûrê Ezîz Pusat diyar kir ku êrişên li ser wargehê bandorek nerênî li ser derûniya zarokan dike û wiha got: “Eger dewletek êrişî cihên sivîlan, penaberan yan jî çavkaniyên jiyanê bike, jixwe ew dewlet tekçûye. Lê niha ya ku dewleta Tirkiye li ser lingan dihêle şêrê taybet û îstixbareta wî ye.”
Xurbet Tallî


Êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd û Kurdistanê bê navber berdewamin. Balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker di nava 10 rojan de sê caran xelkê Mexmûrê kir û bombebaran kir. Di 7’ê Cotmehê de mizgeftek a Mexmûrê bombebaran kir û encamê de jinek û 2 zarok birîndarbûn. Di 13’ê Cotmehê de balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk dagirker malek wargeha bombebaran kir û di encamê de jina bi navê Eyşê Mihemed Ehmed (50) birîndar bû û ziyanek mezin gihişte malên derdorê. Herî dawî di 17’ê Cotmehê de li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebaran kirin. Di encama êrişa hovane de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bû, 3 jin jî birîndar bûn. Dilovan di 5’ê Cotmehê de nîşanî bibû, dihat payîn di serê meha Mijdara 2023’yan de jî bizewice.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker i sala 2017’an de bê navber berdewam dikin. Ev êriş herî zêde bandorî li ser derûnî û rewşa zarok û xwendevanên wargehê dike. Mamostayê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Ezîz Pusat têkildarî bandora êrişan a li ser rewşa derûnî ya zarok û xwendevanên Wargeha Mexmûrê ji Rojnews re axivî.

‘Exlaqekî navnetewî nemaye’

Ezîz Pusat di destpêka axaftina xwe de êrişên herî dawî yên dewleta Tirk bi tûndî şermezar kir û da zanîn ku dewleta Tirk a ku ti exlaqê şer pêre nemaye, bêyî ferq û cûdahî êrişê her derê dike û wiha peyîvî: “Dewleta Tirk bi taybet Îsraîl ji bo xwe weke hêcet dît û êrişî tevahî Kurdistanê kir. Ev jî bû sedem ku bi sedan jin, zarok, kal û pîr her wiha bi dehan çavkaniyên jiyanê yên weke cihê kehrebe, av, gaz, benzîn, perwerde û hwd hat bombebaran kirin. Helbet wek Wargeha Mexmûr me jî para xwe jê girt, bi taybet di nava hefteyekê de du caran wargeh hat bombebarankirin ev jî di aliyê derûnî de bandoriyekî nerênî li ser zarokan kir. Eger em exlaqê şer bigirin dest, cihên sivîl bi taybet cihên penaberan nayên bombebaran kirin. Lê ji ber ku di cihanê de exlaqekî navnetewî nemaye, ji bo wê tu bixwazî ne xwazî ev bandoriyekî nerênî li ser derûniya zarokan dike.”

‘Ger dewletek êrişî jin û zarokan bike, ji xwe ew dewlet têkçûye’

Pusat di berdewama axaftinê xwe de da zanîn ku êriş kirina dewleta Tirk ya di her alî de, dide diyar kirin ku di kîjan astê de ye û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk ya ku ber bi tinebûnê ve diçe, dixwaze li hemû cihî êrişên xwe yên hovane pêkbîne. Eger dewletek êrişî cihên sivîlan, penaberan yan jî çavkaniyên jiyanê bike, jixwe ew dewlet tekçûye. Lê niha ya ku dewleta Tirkiye li ser lingan dihêle şêrê taybet û îstixbareta wî ye. Eger em qanûnek cîhanî, navnetewî yan jî qanûna penaberan bigirin dest, hem Iraq, hem Kurdên me yên Başûr ku wekî PDK û hem jî civaka navnetewî wek Ewropa û Emerîka şirîkê vê ye. Ji ber ku li gorî qanûnên wan dewletan, çênabe cihekî yê penaberan, bi taybet penaberên ku li Iraqê, weke penaberên siyasî hatî naskirin werin bombebarankirin. Êrişên ku herî dawî pêkhatî, malên sivîlan hatin bombebaran kirin, gelek zarok û jin birîndar bûn. Helbet ev bandoriyekî nerênî li ser pedegojiya wan zarokan jî dike.”

‘Yê ku herî zêde ji şer bandor dibin zarokin’

Her wiha Pusat bi bîrxist ku civakek bi rêxistinkirîbe, nayên van leyîstokên şerê taybet û ev tişt got: “Eger kesek yan civakek bi rêxistinkirîbe, dikare bi rehetî şerê taybet bixwîne. Lê eger civakek şerê taybet nizanibe û ne xwîne, raste rast bandor dibe. Şerê taybet êdî ne hêzên çekdarî, raste rast civakê hedef digere ev jî di nava civakê de gûman dide çêkirin. Ji bo wê emê bi rêxistinbûyîna xwe, bi yekîtî û sazûmaniya xwe vî şerê taybet vala derbixin. Ji xwe yê ku herî zêde ji şer bandor dibin zarokin. Mirov nikare perwerdeyek wisa bide ku zarok ji şerê taybet dûr bixe, tenê mirov dikare zarokan li gorî jiyana heyî perwerde bike. Wek Rêbertî jî dibêje; ‘Pêwîste Kurd jiyana xwe li gorî şer bide amadekirin.’ Ji bo wê divê em jî zarok, xwişk, kal û pîrên xwe li gorî vê jiyanê amadebikin. Ji ber ku herêma em têde dijîn, herêmek ya şer e, divê em li gorî wê tevbigerin. Helbet bandoriya şer li ser derûnî û jiyana zarokan dike, ji bo wê dema dengek biçûk jî tê, zarok ji tirsan xwe dixin di mal de. Divê em li her derê xwe bi rêxistin û perwerde bikin, her wiha şerê taybet çawaye bi hurgûliyên wê ve ji gel re bêjin eger me ev pêkanî wêdemê emê bi serkevin. Eger em viya nekin emê bi rehetî bikevin nava propagandeya şerê taybet.”

Mamoste Ezîz Pusat di dawiya axaftinên xwe de destnîşan kir ku hêrsa gel ya dijî êrişên li ser wargehê diyar kir ku ew çiqas êriş bikin jî wê nikaribin vê wargehê vala bikin, ji ber ku ev civak rêxistinkiriye, ji ber wê dikare bi rehetî bûyeran derbaz bike, ya ku nahêle ev dewlet serbikeve jî yekgirtina civakê ye.

Yorum Gönder

0 Yorumlar