Bersivên Gel
-Îmankirin
e.
-Qanihbûn
e.
-Rê
û rêbazê jiyanê ye.
-Fikira
hevpar e.
-Desturekî
civakî ye.
-Ol
e.
-Hestekî
mirovî ye.
-Rastiyekî
metafîzîk e.
-Xwebûna
mirov e.
-Çand
e.
-Tişta
ku mirov bê qenet dike.
-Hêza
manewî ya cewherê mirove.
-Hêza
girêdanbûnê ye.
-Parastin
e.
-Zanabûn
e.
-Piştrast
bûna ji tiştekê ye.
-Hêza
rastiyê ye.
-Pîvanê
jiyanê ye.
-Pîvanê
exlaqî ye.
-Girêdayînbûn
e.
-Nêrîna
li jiyanê ye.
-Hêza
hindirê mirove.
Bawerî
peyvekî Kurdî ye û bingeha xwe jî ji gavên destpêkê yên mirovbûnê digire. Heger
mirov bersiva pirsa, ‘mirov çawa bûye mirov?’ bigere, dikare bêje ku bi baweriyê
re bûye mirov. Di destpêka dîrokê de ji ber ku aqilê mirov yê fikirî zêdetir bi
hestîbû ye, watedayîna mirov jî bi hestan re çêbûye. Mirov tiştên ku dibîne an
jî hîs dike bi hestên xwe re pênase dike, bi hestan digihîje wateya rastiya ku
têdigihîje. Mirov ji vê têgihîştinê re dikare bêje bawerî. Lewma wek Rêbertî jî
dibêje, “bawerî terzê fikirînê ya destpêkê ye.” Hestiyariya mirovên destpêkê
hîştiye ku her tişt wek xwe bibînin. Xwe pênasekirina mirov girînge. Mirov xwe wek
hebûnek dîtiye û her tiştê ku dîtiye jî, wek xwe pênase kiriye. Em ji vê terzê
fikirandinê re dibêjin ‘anîmîzm.’
Anîmîzm terzê fikirîna destpêkê ye. Mirovê
anîmîst wisa bawer dike ku her tişt zindî ye û ruhê her tiştî heye. Lewma ti
cudahî naxe navbera xwe û giştî xwezayê. Ev yek nîşan dide ku mirov bi saya vê
fikirandinê li ser pîya maye û meşa xwe ya mirovbûnê domandiye. Ev meş hîştiye ku têgihîştina mirov xurtir bibe. Mirov di
her kêliyê de tiştek nû ferq kiriye û bi vê re aqlê xwe yê analîtîk jî pêşxistiye.
Mirov bi ferqkirinê re fikiriye û ji tiştê ku fikiriye jî bawer kiriye.
Di dîrokê de baweriya destpêkê toteme. Yanî bi kevirek, bi darek, bi
çûk an jî ewrek, yanî bi tiştekî li erdê bawerkirine. Mirov bi vê yekê re xwe
pênase kiriye û cara ewil wate daye tiştê ku dîtiye. Di kesayeta tiştê ku
bawerkiriye de xwe îfade kiriye. Ev tê wateya sembol avakirinê. Sembol
razberkirina mirovan a civakê ye. Ji ber vê totem çêkirin di dîrokê de şoreşek
mezine. Totem nîşaneya xwegihandina civakîbûna mirove. Yanî mirov bi tiştek
bawer kiriye û jê re remzek çêkiriye. Ji ber vê mirov dikare bêje bawerî hişmendiye,
hişmendî dîtin, fêmkirin û pêbawerbûnê pêk tê.
Hişmendiya mirov çi be, wê jiyana wî jî
wisa bibe. Ji bo ku mirov jiyan bike, pêwîstî bi hişmendiyê heye. Lewma em
dikarin bêjin ku mirov bê bawerî nabe. Mirov çawa dibe bila bibe, ti carî
nikare bê bawerî jiyan bike. Ev di xwezaya mirov de heye, bawerkirin rastiyekî mirovî
ye. Ji ber vê bawerî di çêbûn û hebûna mirov de cihekî girîng digire. Mirov bi
baweriya xwe zaniye ku rastî çiye û pêwîste çawa be?
Bawerî terzê fikirîn û jiyankirina civakê
ye. Civak ji destpêka dîrokê hata niha bê bawerî nemaye û ji rastiya ku civakbûn afirandiye re îman kiriye. Baweriya
mirov çiqas rast û xurt be, wê ewqas mirov mezintir bike. Lewra bawerî zanabûne
û zanîna rê û rêbazên jiyanê ye. Wek Rêbertî jî dibêje, “mirov û civak, mirov û
civaka baweriyê ye. Mirov jî, civak jî heta niha bê bawerî nebûye.”
Rastiya civakan, rastiya baweriyan in. Lê belê hêzên desthilatdar vê
yekê jî berovajî kirine û baweriya civakê îstîsmar kirine, xwestine bixin
xizmetê desthilatdariyên xwe. Derketina koledarî û xulamkariyê ji xapandina
civakê derketiye. Civak bi derewekî hatiye bawerkirin û wek rastî hatiye
nîşandayîn. Hêzên desthilatdar bawerî ji bo arestekirin û manîpulêkirina civakê
bikar anîne. Ji ber vê pêwîstî pê heye ku mirov tiştê rast û derew ji hev cuda
bike û nehêle ku desthilatdar dest bavêjin baweriya civakan. Ji ber ku bawerî
hestekî cewherî ye, hêza wê jî heye ku
mirov bibe xwebûnê.
Baweriyên rast, xwebûna civakê çêdikin. Ev jî çanda civakê bixwe ye.
0 Yorumlar