Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKRAWANÊN ROJÊ: XWEŞNAV

Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdirdîstanê her tim li dijî dagirkerên ku dixwastin hebûna gelê Kurd tine bikin bi fedakarî li ber xwe dan û ji bo gelê Kurd bibe xwedî pêşerojeke azad, bê dudilê giyana xwe bexşandin. Di hemû şert û mercên herê dijwar de rûmeta gelê xwe parastin û bûn parêzvanên mafê xweyên mafdar. Yek ji van lehengan jî rêheval Xweşnav bû.

Gurgin Kaplan bi nasnav Xweşnav, di sala 1972’de li gundê Diryan girêdayî Şirnaxê di malbatek welatparêz de çevê xwe li dinyayê vedike. Di nav malbateke hêja de ku xwedî li nirxên welatparêziyê derdikeve û di têkoşîna azadiyê de cih digre mezin dibe. Rêheval Xweşnav di temenê xwe yê biçûk de  bi saya welatparêziya malbata xwe tevgera Azadiya Kurdistanê nasdike. Ji ber ku di gund de dibistan nîne naxwîne. Piştî demek kin di gund de qursa ziman tê vekirin heval Xweşnav jî wê demê diçe qursê û hewl dide ku xwe fêrî xwandin û nivîsê bike. Di jiyana xwe de dibe xwedî taybetmendiyekî dilnizim, rêzdar û aşîtîxwaz. Ji ber vê jî di nav cîran û hevalên xwe de pir tê hêskirin. Wek her Kurdekî rêheval Xweşnav jî hê di temenê xwe yê biçûk de dibe şahidê êriş û kiryarên nîjadperestî yên dewleta Tirk. Bê sedem dewleta Tirk êrişî gund dike û hemû şêniyên gund di nav sir û serma, berf û baranê de komdike û di êşkenceyan re derbas dikin. Di heman demê de bavê wî jî tê girtin û di êşkeceyen re derbas dikin. Rêheval Xweşnav  rojane dema van pêkanînên qirkirinê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya li ser Kurda dibîne, hêrsek mezin di wî dilê xwe yê biçûk de mezin dike.  

Belê fikir û ramanê rêheval Xweşnav ev bû, her dem êrişê dijmin li ser wan çêdibe, ew mafdarbûn ku xwe  li beranberê van erişan biparêzin. Divê keç û xortên Kurd ji bo doza welatê xwe berê xwe bidana çiyayên azad.

Rêheval Xweşnav jî ji bo ku gelê Kurd bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bigihêje azadiya xwe ya rast û mafdar, di sala 1989’an de biryara tevlîbûna li nava refên gerîlayên azadiyê dide. Li Besta perwerdeya xwe ya yekem dibîne. Di demek kin de xwe fêrê zorî û zehmetiyên dijwar yên çiyayên Kurdistanê dike. Bi dînamîzmaya xwe ya ciwantiyê xwe di her karî de pêşdixe û di piratêkê de dibe gerîlayekî pispor û jêhatî. Rêheval Xweşnav di hêla bîrdoziyê de xwe pêşdixe û di erkên xwe yên milîtaniya Apoyî de dibe xwedî helwesteke saxlam. Di zelaliya bîrdozî û zanebûna xwe ya di hêla leşkerî de dibe yek ji fermandarên têkoşîna mafdar.

Di demek kin de li gelek herama dimîne. Li Gabarê di sala 1994’an de di pevçûnekê de bîrîndar dibe. Piştî tedawiya xwe derbazî saha Rêbertî dibe. Li wir jî bi kelecaneke mezin hemû erkên şoreşgerî hembêz kir û li ser esasê bidestxistina encamê bû, bi van taybetmendiyan di dilê rêhevalên xwe de bû evînek, bû pêşengek.  Rêheval Xweşnav bi hişmendiya welatparêziyê ya ku ji malbata xwe girtiye, bi çand û axlaqê PKK’ê re dixe yek û di nav rêhevalên xwe de dibe mînaka dirustbûn û fedekariyê ku yek ji nirxin bingehîn ên gerîlayên azadiya Kurdistanê ye. Xayalê xwe yê xwendin û nivîsînê bi cih tîne, xwe fêrî xwandinê dike. Piştî perwerdê vedigere çiyayên azad. Bi îdia û baweriyek bilind tevdigere û dibe xwedî ruhek egîdî. Di têkoşîna xwe ya azadiyê de bi canbexşî di her çalakiyê de cih digre û bi serkeftî vedigere. Di sala 1998’an de li Wanê gundê Keleş dikevin pevçûnekê, piştî şerê du rojan digihije karwanên nemiran. Belê rêheval Xweşnav di tevahî jiyana xwe de bi biryardarî û vîna xwe ya şoreşgerî bû xwedî meşek bê hempa. Bû rêwiyek ji rêwiyên heqîqetê.  

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar