Ticker

10/recent/ticker-posts

JIYANEK DÛR Û DIRÊJ

Di hemû serdeman de li rûxmê şert û mercên dijwar yê jiyanê, ya ku pêşengtî ji civakê re dikir jin bû. Li beranberî vê jî ya ku tê perçiqandin, wek kole tê firotin jî jin e. Çiqasî jin hatibe biçûkxistin û hemû bêmafî li ser hatibe ferzkirin jî, ti carî vîna xwe winda nekiriye û serî li ber ti kesî ne tewandiye. Bi taybet di Rojhilata Navîn de jinên herî xwedî vîn û bawerî, jinên Kurdin ku bi saya wan jinan civaka Kurd heta roja îro hatiye parastin û zindî maye.

Jinên Kurd bi wêrekî, kêrhatin, fedekarî û afrêneriya xwe her tim di nava gelên cîhanê de bû mînak. Dayîka Emîne jî yek ji wan şopdarên ku li himberî desthilatdarên Kurdistanê ti carî serî netewandî li gundê Guzereş a ser bi Colemêrgê ji dayîk dibe. Di himbêza çiya û zozanên herêma Colemêrgê de li ber kanî û robaran, di nava zevî û daristanê wê de zaroktiya xwe derbaz dike. Gundê Guzereş yek ji gundê herêmê yên herî xweş û bedewe. Dayîka Emîne zaroka malbatê ya herî mezin bû. Debara jiyana wan li ser çandinî û lawirvaniyê bû. Dayîka Emîne di aliyê xwedîkirina lawiran û çandiniyê de alîkariya bavê xwe dikir û di malê de jî alîkariya dayîka xwe dikir. Pîştî demekê dayîka Emîne li heman gundî bi kesekî yê mirovê xwe re dizewice. Malbata hevjînê wê jî bi heman karî ve mijûl dibin, her çiqas di wan deman de taybetmendiyên civakê yên paşverû û feodal hebûn jî lê li gundê wan ev yek di hinek aliyan de hatibû derbaz kirin.

Emîna Guzireşî di axaftina xwe qala jiyana xwe ya zewacê kir û wiha got: “Piştî ku ez zewicîm jî min karê çandinî û xwedîkirina lawiran berdewam dikir. Li gelek herêman jin û zilaman bi hev re xwarin nedixwarin, heta ku jin ti carî ne dirûniştin gel mêvanan jî. Lê li gundê me ne wisabû, em her tim bi hevre bûn. Hevalên jin jî gelek caran dihatin gund em jin komdikirin pirsa rewşa me dikirin, digotin dewlet zilmê li we dike an na û hwd. me jî hertişt ji wan re digot. Gundên derdorê me hemûyan ji ber zilma dewletê gundê xwe berdabûn, tenê gundê me mabû. Piştî ku dewletê zanî xalê min alîkarî dide hevalan, operasyon anîn ser gundê me, gef li me dixwar digotin yan hûnê bibin çete yan hûnê ji gund derbikevin. Me ji ber zilma dewletê nediwêra em biçin aşî, nav zevî û baxçeyên xwe jî. Dewletê heftiyek wext da me, min ji hevjînê xwe re got em naçin Tirkiye, em biçin cihek wisa ku hevalan bibînin hevjînê min jî qebûlkir. Di sala 1995’an de em neçar man ku berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê, tenê em du şev û du rojan meşiyan, di rê de jî dijmin bi top û çekan êrişî me dikir. Heta em gihiştin Wargeha Etrûş me gelek zorî û tirs jiyan kir.”

Dayîka Emîne di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser êrişên PDK’ê yên li ser wan û wiha anî ziman: “Li gund dewleta Tirkan zilm li me dikir, li Etrûş jî PDK’ê heman tişt dikir. Bi taybet di ambargoyê de me ji bêderfetî û birçan gelek zorî jiyan kir. Îradeya me gelek xurt bû rûxmê hemû şert û mercên penaberiyê me digot Berxwedan Jiyane. Zarokên me yên ku ji birsan digirîn, me ji wan re digot; ‘Dema hûn birsîbûn bêjin Berxwedan Jiyane hûnê têr bibin.’ Weke jin me gelek zorî û zehmetî jiyan kir, lê bi saya Rêber Apo û şehîdan em pêşketin û ketin ferqa hebûna xwe. Em êdî dikarin di nava her karekê de cih bigrin û bibin xwedî biryar û gotin. Dema em hatîn Nînova gelek nexweşên me hebûn,ji ber ku derman tinebûn em neçarbûn nexweşên xwe bişînin bajarên Dihok û Zaxo. Kesên ku diçûn jî bi qaçaxî diçûn, dema bizanibûya xelkê wargehê ye digirtin, winda dikirin yan jî dikuştin. Hevjînê min ji bo dermanê xwe çû nexweşxaneya Dihokê, min xwest li gel biçim lê nehîşt got başim ezê tenê biçim. Li gel du zilamên ku weke zilamên NY dihat naskirin çûn nexweşxanê, çawan zanî ew xelkê wargehê ye xwîna wî hemû jêkişandin û bi derziyekê ew kuştin. Piştî çûyîna wî çend roj derbaz bûn min bi rêya hinek kesên ku ew jî ji bo nexwşxanê çûbûn wir zanî ku hevjînê min kuştine. Min newêra ez biçim bînim, zilamek nasê me bûwî anî. Hevjînê min bi saxî çû lê mirî hat. Piştî ku me hevjînê min defin dikir, konvoya pêşmergeyên PDK’ê hat wir bi çekan êrişî me kir li wir jî du ciwan kuştin. Êşa qetilkirina hevjînê min ket ser hemû êşên ku me ji gund heta wêderê bi hevre jiyankirî.”

Dayîka Emîne bi van gotina dawî li axaftina xwe anîn: “Dema em hatin Mexmûrê jî ew êşên ku me kêşayî hemû ji bîr kir û em ketin derdê ku emê çawan bikaribin li vê colê jiyan bikin. Ji ber nebûna dermanan gelek kes bi dûpişkan mirin. Ji ber ku ti kes û karê min tine bûn, min bi keda destê xwe zarokên xwe di nava penabertiyê de mezin kir.”

Xurbet Tallî


 

Yorum Gönder

0 Yorumlar