Ticker

10/recent/ticker-posts

‘EV BIRYAREK EXLAQÎ Û MIROVIYÊ’

Rojnamevan Dilgeş Sason: “Biryara KCK û HPG’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî ne agirbeste û ev biryarek exlaqî û polîtîk e. Gerîla di pozisyona parastinê de ye û mafê xwe yê parastinê pêktîne. Êrişên dewleta Tirk bê navber berdewam dikin. Pêwîste gelê Tirk, Kurd û hemû kesên li wir jiyan dikin, ji rejîma AKP-MHP’ê hesab bipirsin.”

Armanc Herekol

Rojnamevanê Herêma Parastina Medyayê Dilgeş Sason têkildarî biryara KCK û HPG’ê ya ji ber erdhejê rawestanina çalakiyên leşkerî, ji rojnama me re axivî û diyar kir ku biryara KCK û HPG’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî ne agirbeste û bila kes şaş fêhm neke, ev biryarek exlaqî û polîtîk e.

‘Biryara KCK û HPG’ê ne agirbest e’

Dilgeş Sason di destpêka axaftinên xwe de ji mexdûrên erdhejê re sersaxî û şîfa xwest û got: “Biryara ku Hevserokatiya KCK’ê girtî, gelekî girînge û pêwîste em pir baş fêhm bikin. Ev biryar wekî carên berê biryareke agirbestê nîne. Biryar heta ku dewleta Tirk êriş pêkneyne çalakî neyên kirin e. Di vê biryarê de mirov dibîne ku Tevgera Azadî êşên gelan hîs dike. Hemû kes dizane, hêzên gerîla wekî erka destpêkê parastina gel dide pêş xwe. Têkoşîna xwe bi vê hesasiyetê dimeşîne. Biryara rawestandina çalakiyan, biryarek exlaqî û polîtîk e. Hevserokatiya KCK’ê ev bang kir û Fermandariya NPG’ê jî ji bo kêmkirina êşa gelên xwe, ev bang wekî erkek mezin ê mirovî, wijdanî û exlaqî dît. Tevgera Azadî her demê pêçandina êşên gel, wekî erka sereke ji xwe re girtiye dest. Hêzên gerîla di pozisyona parastinê de ye û ger êriş li dijî wê pêk were, wê xwe biparêze. Hêzên gerîla bi salane parastina gelê xwe û xaka xwe dike. Ez dîsa bînim ser ziman, ev biryar ne agirbeste!”

‘Gerîla mafê xwe yê parastinê pêktîne’

Sason di nava axaftinên xwe de da diyarkirin ku AKP-MHP li bajarên erdhej lê çêbûne ji bo 3 heyvan rewşa awarte ragihandin, lê bêlê armanca wan ne ji bo berjewendiyên gele û wiha pêde çû: “Bi ragihandina rewşa awarte re dixwazin qirêjiya xwe veşêrin. Dixwazin serê erdhejê bi temamî bigirin da ku kes pênehese. Ev felaket bi destê vê rejîmê pêkhatiye. Şûna ku leşkerên xwe li cihên erdhejê bidin karkirin, leşkerên xwe li ser gerîla de dişînin. Ji roja KCK û HPG’ê bang kirî heta niha, dewleta Tirk çiqas rêbazên qirêj hene hemû li ser gerîla dane pêkanîn. Di demjimêra ku ev biryar hatî ragihandin de êrişî çeperên gerîla kirin û gerîlayê bi navê Mazlûm Derşewî şehid xistin. Dîsa êrişî Rojava kirin. HPG’ê eşkere gotiye ku ewê di pozisyona parastinê de bin, lê ger êriş çêbibe wê xwe biparêzin jî. Gerîla li hemberî êrişên ku rojane çêdibin tenê mafê xwe yên parastinê pêktînin û bersiva êrişan didin.”

‘Divê hesab bê pirsîn’

Rojnamevanê Herêma Parastina Medyayê Dilgeş Sason di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku divê gel êdî çavên xwe ji rastiyan nerevîne û wiha axaftinên xwe domand: “Dem dema ji vê rejîma faşîst hesap pirsînêye. AKP-MHP’ê hemû butçeya gel û dewlemendiyên welat ji bo şerê xwe yê qirêj seferber kiriye. Her sal di bin navê erdhejê de gelek pere tên komkirin. Rejîma faşîst ji bo şer bi milyaran dolar pere xerçkirine. Gelê Tirkiyê divê bizane, AKP-MHP Tirkiyeyê wek şirketekê bi rê ve dibin. Yek armanca wan heye ev jî qirkirina gelê Kurd e. Pêwîste gelê me, gelê Tirk, Ereb û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn hesab bipirsin. Tevgera Azadî rûxmê evqas êrişan jî, çi ji destê wê tê dike. Dewleta Tirk ti caran dest ji dijmintiyê bernade. Ger em vê rastiyê nebînin, emê van karesatan timî jiyan bikin. Civak pêwîste bi zanistî tevbigere.”

 

 

 

 

 

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar