Ticker

10/recent/ticker-posts

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê 29 roj li pey xwe hişt

Li Wargeha Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 29 roj li pey xwe hişt.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibata 2023’yan de ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, 29 rojin bi biryardariyek xûrt berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 15’an ve hate dewrgirtin. Beriya ku çalakî were dewrgirtin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 14’an Sedîq Kara axivî û bang li CPT kir da ku demildest li erkên xwe rabin.

Sedîq Kara di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêber Apo wek rêbazek dijî exlaqê mirovahiyê bi nav kir û got: “Em di destpêkê de CPT şermezar dikin û em bang dikin da ku xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derbikeve. Ti baweriya gelê Kurd bi CPT nemaye, ji ber ku karê xwe nakin. Em wek gelê Mexmûrê, tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar dikin. Her wiha em tevahî qûrbaniyên erdhejê bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên xwe re dixwazin. Bi hezaran kes ji aliyê dewetê ve dibin xerabeyan de hate hiştin. Tevgera me, ji bo ku êşa gel parve bike, çalakiyên xwe ên leşkerî rawestandin û ket pozisyona parastinê de. Ev biryar, biryarek exalqî ye. Em pîroz dibînin. Lê belê dewleta Tirk a hov tevî erdhejê jî, dest ji êrişên xwe berneda ye. Her roj êrişî Rojava û Şengalê dike. Rojane bi çekên qedexekirî êrişî gerîlayên me dike. Em wan şermezar dikin û em bang li raya giştî dikin, rastiya dewleta Tirk bibînin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar