Ticker

10/recent/ticker-posts

YXA-M XWE JI NU VE RÊXISTIN DIKE

Li Wargeha Mexmûrê 1’emîn Konferansa Meclisa Yekîtiya Xwendevanên Azad a Mexmûrê (YXA-M) bi tevlîbûna 150 xwendevanan hat li darxistin. Di Konferansê de biryar hat girtin ku Meclisa YXA-M’yê êdî weke Komîte xebat bide meşandin.

Armanc Herekol

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 1’emîn Konferansa Meclisa Yekîtiya Xwendevanên Azad a Mexmûrê (YXA-M) hat li darxistin. Konferans li Mala Gel, bi tevlîbûna 150 xwendevan û mêvanan pêkhat.

Di konferansê de dahurandinên Rêber Apo yên têkildarî perwerdeyê hatin xwendin, sînevîzyona têkildarî xebat û çalakiyên xwendevanan hat temaşekirin, li ser rewşa siyasî, kar û xebatên rêxistinî nîqaş û nirxandinên giranbaha hatinkirin. Her wiha Rewşa Rêber Apo, pêvajoya ku niha gelê Kurd tê de derbaz dibe û rolê ku dikeve ser ciwanan bi kûrahî hatin nirxandin.

Herî dawî jî endamên rêveberiyê bi erêkirina delegeyên konferansê re derbaz bûn û hevberdevkên YXA’yê bi dengdayînê hatin hilbijartin. Li gor dengdayînê Şîlan Bûdak û Diyar Ozkan weke hevberdevkên YXA’yê hatin hilbijartin.

Têkildarî girîngî û wateya konferansê Endamên Saziya Ciwanan a wargehê û Endamên YXA-M’yê ji rojnama me re axivîn.

‘Di konferansê de vîna Apoyî derket pêş’

Endama YXA-M’yê Dûygû Benek di destpêka axaftinên xwe de 1’emîn konferansa YXA-M’yê diyarî Rêber Apo kir û wiha axivî: “Di pêvajoyek wiha giran de, li darxistina konferansek wiha cihê kêfxweşiyê ye. Em di her şert û mercê de dikarin xwe ji nû ve rêxistin bikin. Girîngiyek mezin a vê konferansê heye. Di vê konferansê de pirsgirêk û kêmaniyên xwendevan û mamosteyan hatin nîqaşkirin. Ji bo pêşketin û derbazkirina van kêmaniyan jî gelek pêşniyar û nirxandin hatin kirin. Em wek yekîtiya xwendevanên azad, li dijî hemû êriş û dagirkeriyê ne. Em dikarin li dijî dagirkeran li ser lingên xwe bisekinin, ev hêz û baweriya me heye. Me di vê konferansê de vîna ciwanên Apoyî da nîşandan.”

‘Divê ciwan bikevin ferqa hêza xwe’

Dûygû Benek herî dawî da zanîn ku wan taybet rewşa Rêber Apo û pêvajoya heyî bi girîngî nirxandine û ev bang kir: “Me di vê konferansê de tecrîd bi tûndî şermezar kir. Me çalakiyên li dijî tecrîdê nirxandin û pêşniyarên çalakiyên hîn mezintir kirin. Heta ku em Rêber Apo bi fîzîkî di nav xwe de nebînin, em dest ji vê têkoşîna xwe bernadin. Banga me ji ciwanan re ewe ku xwe rêxistin bikin. Bikevin ferqa hêza xwe. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadan û çalakiyan li darbixin.”

Pêşeroja xwe nirxandin

Her wiha li ser heman mijarê Endamê Saziya Ciwanan Sîpan Yaman jî axivî û wî jî di serî de konferans diyarî Rêber Apo û Şehîd Rêzan Botan kir û wiha axivî: “Bi armanca xwe ji nû ve avakirinê, me konferansa YXA-M’yê da çêkirin. Konferans bi ruhê germahiya demê derbaz bû. Me di konferansê de girîngiya ciwanan ji bo civakê nirxand û me bal kişand li ser rola ciwanan ya di şerê gelê şoreşgerî de. Bi kelecanek mezin konferans hate pêkanîn. Tevlîbûn û nirxandinên ku hatin kirin, hemû ji bo me girîngin. Me pêşeroj û paşeroja xwe nirxand. Kêmasî û nebesî hatin ser ziman, ji bo wê jî alternatîf û pêşniyar derketin pêş. Me rewşa Rêber Apo gelek nirxand, tecrîda heyî û wê çawan ev tecrîd bê şikandin me nîqaş kir. Di encama têkoşînek mezin de, ev tecrîd dikare were şikandin.”

YXA-M êdî komîte ye

Sîpan Yaman di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku biryar di konferansê de hate girtin da ku Meclisa YXA-M’yê êdî weke komîte kar bide meşandin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Bi giştî konferans erênî hate dîtin. Hevberdevkên YXA-M’yê hatin hilbijartin û bi coşek mezin bi dawî bû. Em serkeftinê ji tevahî xwendevanan re dixwazin. Em di wê hêviyê de ne ku her ciwanek yê Mexmûrê bibe pêşengek. Ji bo wê banga me ji tevahî ciwanan re ewe ku yekîtiya xwe çêbikin û ji bo azadiya Rêbertî û welat têbikoşin. Em carekdin vê konferansê diyarî Şehîd Rêzan Botan dikin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar