Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo her du Fermandarên YJA-Star Raberîn Amed û Ronahî Penaber konê sersaxiyê hate vedan. Welatiyên Mexmûrê li konê sersaxiyê soza bilindkirina ala şehîdan dan û gotin: “Azadkirina Rêbertî û bi Rêbertî re azad jiyan kirin, wê armanca me ya sereke be.”
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Pêşenga Tevgera Azadiya Jin Raperîn Amed (Delal Azîzoglu) û Fermandara YJA-Star’ê Ronahî Penaber (Aysel Bayhan) konê sersaxiyê hat vedan.
Gel û endamên her sê Meclîsên wargehê, serdana kona sersaxiyê kirin. Li ser navê endamên her sê Meclisên wargehê Hevserok Şaredariya Mexmûrê Bedran Pîran axivî. Ji beriya axaftinê deqeyek rêz ji bo giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê hat giritin.
Bedran Pîranî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên doza azadiya gelê Kurd bibîranî û wiha axivî: “Em çi bibêjin ji bo şehîdan kême, ji ber ku şehîdan canek hebûn û ew jî di berdêla azadiyê de feda kirin. Tişta ku dikeve ser milê me, ala wan bilindkirin e. Berpirsyatiyên me şopandina rêya wan û xeyalên wan gihandina serkeftinê ye. Li ser vê bingehê azadkirina Rêbertî û bi Rêbertî re azad jiyan kirin, wê armanca me ya sereke be. Serê Rêber Apo, malbat û rêhevalên wan saxbe.”
Li ser navê malbata Şehîd Rohanî Penaber, bavê şehîd Ronahî Emîn Bayhan axivî û wiha got: “Em li ser navê malbata şehîd sersaxiyê ji Rêber Apo, gelê welatparêz û gelê wargehê dixwazin. Em nikarin tiştek li ser şehîdan bibêjin, ji ber ku em çibibêjin wê kêm be. Em xêrhatina hemû gelê amade dikin.”
Piştî axaftina bavê şehîd, li konê sersaxiyê dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.
0 Yorumlar