Ticker

10/recent/ticker-posts

CÎK-Mexmûr: Xwedî li mexdûrên erdhejê derbikevin

Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) a Mexmûrê bi daxuyaniyekî sersaxî ji mexdûrên erdhejê re xwest û û diyar kir ku Diyaneta Tirkiyê di bin navê Îslamiyetê detdirêjiyê li zarokan dike û banga alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê hate kirin.

Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî sersaxî ji mexdûrên erdhejê re xwest û banga alîkariyê ji bo mexdûran kir.

Daxuyanî piştî nivêja înê, ji aliyê Mele Zekî Çetîn ve hat dayîn.

Mele Zekî Çetîn di destpêka axaftina xwe de sersaxî û şîfaya xêrê ji malbatên mexdûr ên erdhejê re xwest û got: “Zêdeyî 40 hezar kes dibin xirbeyan de man û dewletê ew kuştin. Em dewleta Tirk a hov şermezar dikin. Gava ku erdhej çêbûyî, Erdogan OHAL ragihand. Bi OHAL’ê re xwest tevahî gelê di bin xirbeyan de mayî qetil bike. Ji ber ku bi OHAL’ê re êdî ne alîkarî, ne jî pêdivî neçûn ji mexdûran re.

Diyaneta Tirkiyê di bin navê Îslamiyet û nîkahê de tecawûzê zarokan dikin. Ev diyanet bi xwe sembola cehalet û zilmê ye. Em wan şermezar dikin. Dixwazin gel ji wir bidin valakirin, divê gelê me warên xwe bernedin. Em bang dikin, xwedî li warên xwe derbikevin, divê gelê me xwedî li mexdûrên erdhejê derbikeve. Gelê me divê mexdûran nehêle benda dewletê, ji ber ku dewlet wan qetil dike. Dûbare bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê ya şaxê Mexmûrê sersaxiyê ji mexdûran re dixwazin û em timî li gel we ne.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar