Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 31 roj li pey xwe hişt.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, bi koma 16’an di roja 31’an de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 16’an ve hate dewrgirtin. Beriya ku çalakî were dewrgirtin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 15’an Delîl Kaya daxuyanî xwend:
Daxuyanî wiha ye:
“Hemû azadîxwazên di cîhanê de ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî têkoşîn dide, em wek koma 15’an serkeftinê ji wan re dixwazin. Hêviya me ya herî mezin ewe ku emê bigihin armanca xwe bi Serokê xwe re li welatekî azad jiyan bikin. Armanca pêkanîna çalakiya me jî şikandina tecrîda li ser Serokatiye û di aliyê tenduristiya Rêbertiya xwe de bibin xwedî agahî. Ev du salin ti agahî ji Serokatî ne hatiye girtin. Divê ev sal bibe sala serkeftinê û bilind kirina ala şoreşê. Ji ber vê em bang hemû mirovên ku dibêjin em mafê mirovhiyê di parêzîn dikin ku di demek nêz de li hember tecrîda heyî bibin xwedî helwest û ev tecrîd were şikandin. Ji bo ku em bi hişmendiya netewa demokratîk sîstemek nû ya jiyanê avabikîn, divê em xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo bibin xwedî.”
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bîjî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

0 Yorumlar