Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Fermandarên YJA-Star’ê Ronahî û Raperîn hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fermandarên YJA-Star’ê Raberîn Amed û Ronahî Penaber, bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn û di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hat nûkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) yek ji Pêşengên Tevgera Azadiya Jin Delal Azîzoglû (Raperîn Amed) ku di 17’ê Hezîrana 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê de gihiştibû şahadetê û Fermandara YJA-Star’ê (Aysel Bayhan) bi nasnav Ronahî Penaber ku di 22-23’yê Çileya 2023’yan de li herêma Besta ya Botanê gihiştibû şahadetê, bi merasîmek girseyî hatin bibîranîn.

Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê nasnameya herdû fermandaran hat xwedin û piştre li ser jiyan û têkoşîna şehîdan axafin hatin kirin.

Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Fedîla Tok li ser jiyan û têkoşîna herdu fermadaran axivî û di kesayeta Şehîd Raperîn û Ronahî de tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Rêheval Raperîn di nava dilê Amedê de, di sala 1992’yan de dest bi rêwîtiya xwe ya têkoşînê kir. Rêheval Raperîn Amed, îlhama xwe ya têkoşînê ji herçar parçeyên Kurdistanê girtibû û di kesayeta xwe de, jiyanî kiribû. Bi nasnameya jina xwedî hêz, kete rêwîtiya jiyana azad. Her wiha, Rêheval Ronahî jî şervanek a rêya azadiyê bû. Keça penaber, di nava penabertiyê de mezin bûye. Me gotiye, em rêwiyê rêya azad yê Rêber Apo ne. Em jî weke gelê Mexmûrê, bi rêheval Ronahî serbilîndîn ku yên mîna Ronahî dikarîn li hember zilma dijmin têkoşîn bikin. Şehadet, di dilê me de lûtkeya herî bilinde. Şehîd, erk û berpirsyartiyên xwe yên li hember axa xwe pêktînin, divê wek gel û rêhevalên wê, em jî hêza xwe xurt bikîn û dijminê xwe yê hov têkbibîn. Gelê ku li pey Rêber Apo dimeşin, wê bersivek xurt bide dijmin û wê dijmin di nava xeyalên xwe yên qirêj de têk biçe. Emê heta dawî girêdayî xeyal û rêya şehîdên xwe bin.”

Her wiha bavê Şehîd Ronahî Penaber, Emîn Bayhan jî xêrhatina hemû gelê amade kir û wiha got: “Em sersaxî ji malbata Şehîd Raperîn Amed re dixwezin û dibêjin, şehîd namirin. Şehîd Ronahî ne keça min tenê ye, keça tevahî gelê welatparêz e. Serê hemû gelê Kurd saxbe, bijî Serok Apo.”

Merasîm bi bilindbûna dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar