Ticker

10/recent/ticker-posts

ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE

Her çiqas em Kurd Roja Zimanê Kurdî di 15’ê Gulanê de pîroz bikin jî di qada navneteweyî de Roja Zimanê Zikmakî wek 21’ê Sibatê tê qebûlkirin. Helbet herdu dîrok jî çîroka xwe hene û ji bo me Kurdan her du roj jî gelek girîng in. Ji ber zimanê me di bin gefek mezin de ye, divê mijara ziman herdem di rojeva me de be. Li gorî UNESCO, ji 6 hezar û 500 zimanên ku îro li çar aliyê cîhanê tên axaftin, nîvî ji wan di bin gefa windabûnê de ne û yek ji wan jî zimanê me Kurdî ye. Ji ber li erdnîgariya ku dewleta Tirk û tirkperestî lê serdest bûye, hemû ziman û zarava hatine qedexekirin, ev welat ji gelan û zimanan re bûye goristan. Mînaka herî zindî Efrîn e. Wêneyên Efrînê ji me re xeteriyê vedibêje. Navên Kurdî guherandin Tirkî, zimanê perwerdeyê guherandin Erebî û Tirkî. Li hember siyaseta qirker a bişaftin û tûnekirina Kurdan heta îro xwe parast. Lê êdî em dibînin ku ne tenê li Kurdistan û Tirkiyê, li Ewropa jî ziman her diçe winda dibe. Her çiqas li Ewropa derfet zêdebin jî malbat di zanebûna parastina zimanê zikmakî de nînin. Ji ber vê yekê, divê mijara ziman herdem di rojeva me de be.

Piraniya Kurdan di mal de Kurdî qisedikin, lê belê ji ber zarok di navbera 2-3 salî de diçin baxçeyê zarokan (kreşan) û hema hema roja xwe li wir derbas dikin. Ji ber van sedeman zimanê vî welatê dibe zimanê serdest. Ev rewş li dibistanan jî wisa ye. Hemû rojê di dibistanan de zarok bi heval û mamosteyên xwe re bi zimanê perwerdeyê çi be, bi wî zimanê derbas dikin. Dema tên malê an demjimêrekê bi malbatên xwe re rûdinin an na, derbasî odeyên xwe dibin dersan dixebitin an jî bi hobiyên xwe re mijûl dibin. Ya rastî em nikarin zarokan sûcdar bikin û bêjin çima zimanê xwe hîn nabin? Ji ber sûcdarên windabûna zimanan çêbûna netew dewlet û bêderfetîbûna perwedeya zimanê dayîkê ye. Lê li aliyê din ev qas sazî û rêxistinên me hene, lê belê di hêla ziman de jî mixabin bi hev re tevnagerin. Heger bi hev re yekser ji bo perwerdeya ziman tevbigeriyaban wê demê li hemberî van polîtîkayên qirker û bişaftinê me dikaribû li her derê bi derfetên xwe zimanê xwe biparasta. Li gor nêrîna min her kes bi serê xwe hewl dide ji bo ziman tiştek bike. Lê ev hêz dema bû yek dikare deng vede. Derfet niha pir zêde bûne. Heger hemû saziyên me bi hev re qursên ziman ên onlînê û rû bi rû çêbikin wê demê dikarin pêşiya gelek astengiyan bigirin.

Heger ji bo wan perwerdeyan hewcedarî bi budceyek hebe, divê ji bo vê jî kampanyayek were destpêkirin an jî fon hene, divê ji bo wan serlêdan bên kirin. Rêxistin, sazî, rewşenbîr û Kurdhez divê bibin yek û kampanyayek ji bo demek dirêj bidin destpêkirin. Divê em bikaribin zimanê Kurdî bikin zimanê giyanê rojane û biparêzin. Dewleta Tirk a qirker ji bo ku zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdeyê, rê li pêşiya perwerdeya hilbijartî vekir. Divê Kurd bi ti awayî vê yekê qebûl nekin û ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê giyanê perwerdê, bi zimanê zikmakî ferz bike. Divê Kurd bi vê gav avêtina dewleta qirker nexapin. Di axa Kurdistanê de nabe ku Kurd zimanê xwe bi waneyên hilbijartî fêr bibin. Lê Kurdên koçberbûne an jî çûne derveyê welat dikarin bi rêya waneyên hilbijartî hewl bidin zimanê dayîkê fêr bibin. Mînak ev çend salin li Elmanyayê li gelek eyaletan zimanê Kurdî di dibistanan de tên dayîn. Ji bo wan dersan 20 şagirt lazimin daku ev qurs tije bibin û ders bên dayîn. Dema qurs tije nebin zarok mecbûr dimînin ku 5-10 km dûr biçin dibistanek din, daku tevlî dersan bibin. Weke din, bi milyonan kes hene yên ku dixwazin ziman hîn bibin lê nikarin biçin qursan, ji bo wan divê derfet bên çêkirin. Bi vê wesîleyê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li we pîroz be.

 Zeynep Zîlan



Yorum Gönder

0 Yorumlar