Bersivên gel:
- Erdnîgarî
ye.
- Polîtîkaya xakêye.
- Siyaset
e.
- Rêbazek
ya parastina xakê ye.
- Siyaseta
erdnîgariyê ye.
- Siyaseta
ji der ve ye.
- Zanista
erdnîgariyê ye.
- Rewşa
civakî ye.
-
Pêşketina dîrokê ye.
- Parastina
aborî û welat e.
- Polîtîkaya
ku herêman diyar dike.
- Şêwazê
jiyanê ye.
Jeopolîtîk
şaxeke zanistêye ku ji erdnîgariya siyasî derdikeve. Ev zanyarî ji bo dewletan
avantaj û kêmasiyên erdnîgariya siyasî dikole.
Têgeha
Jeopolîtîk ku yek ji faktorên serekeye ku hêza neteweyî û helwesta siyaseta derve
ya dewletan araste dike, dikare bi cihên erdnîgarî, taybetmendiyên nifûsê,
çavkaniyên xwezayî û taybetmendiyên topografî yên welatan ve were girêdan. Di
derbarê têgeha jeopolîtîkê de pênaseyek kurt a lihevhatî tune ye. Mirov dikare
bêje jeopolîtîk ew zaniste ku têkiliyên di navbera taybetiyên erdnîgariya
dewletan û siyaseta wan de dikole. Dema ku peyvên Jeo û Siyasî ji hev tên
veqetandin, peyva Jeopolîtîk wateya cîh-polîtîkê tîne bîra mirov. K. Haushofer
jeopolîtîkê weke têkiliya dewletê ya ku şêwaza jiyana siyasî ya di bin bandora
herêma erdnîgarî ku têde dijî û pêşketinên dîrokî bi cihê ku lê dijî ve
diguhere pênase dike.
Zanista
jeopolîtîk di bin pêşengiya erdnîgarên siyasî de derket holê û bi xebatên wan
bi sazî bû. Li aliyê din, zanyarên siyasî jî kedeke mezin dane pêşxistina vê
zanistê. Ji bo stratejîstên leşkerî, jeopolîtîk rêbernameyek girîng e. Ji destpêka
sedsala 20'an û vir ve biryarderên li çar aliyên cîhanê ji jeopolîtîk sûd
wergirtine.
Ger em
peyva jeopolîtîk wek peyvekê bikolin, peyva "geo" tê wateya cîh li
erdnîgariyê, lê peyva siyasî ji siyasetê tê. Jeopolîtîk ew zaniste ku cihê
welatan û rewşa civakî, çandî, aborî û siyasî ya welat û di encamê de siyaseta
wan a leşkerî, navxweyî û derve dikole. Ev têgeh yekem car ji aliyê erdnîgarê
alman "Rudolf Kjellen" ve hatiye bikaranîn. Têgîna Jeopolîtîkê di nav
gel de bi cîhê erdnîgarî re pir tevlihev e. Rêya navneteweyî ya ku dewletan
dişopînin jêre polîtîkaya derve tê gotin û cihê erdnîgarî jî di vê de cihekî
girîng digire. Di têgîna jeopolîtîkê de mijarên cuda hene ku ew jî wek têgînên
din têne lêkolîn kirin.
Kurdistan,
welatê gelên weke; Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Keldanî û hwd ye. Welatê
Kurdan, li parzemîna Asyayê li cihê ku her sê parzemînên kevin hev dibirin, cih
digire. Ango li cihekî herî jeostratejîk û jeopolîtîk a Rojhilata Navîn cih
digire. Di dîrokê de, Kurdistanê malovanî ji gelek bûyerên girîng, pêşketinên
civakî, şaristanî û dewletan re kiriye. Ji aliyê xaknîgariya xwe ve pir
dewlemende. Hem ji aliyê kanzayan, hem ji aliyê lawirên li ser rûyê wê dijîn,
hem ji aliyê berhemên xwarinê yên ku tên hilberandin, hem jî aliyê av, deşt,
çiya û daristanên bi bereket ve cihekî herî guncaw e. Di dîrokê de gelek caran polîtîkaya
Kurdistanê hatiye guhertin. Sedema wê jî ewe ku navendek ya destpêka mirovahiyê
ye. Jeopolîtîkaya Kurdistanê pir caran guheriye û di nava tevliheviyê de heta
roja îro hatiye. Gelek caran jî ji aliyê dijminên Kurdan ve polîtîkaya erdnîgariya
Kurdan hatiye guherandin.

0 Yorumlar