Ticker

10/recent/ticker-posts

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê 33 roj li pey xwe hişt

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 33 roj li pey xwe hişt. Çalakvanan bang li CPT’iyê kirin da ku demildest bi erk û perpirsyartiyên xwe rabin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, bi koma 17’an di roja 33’an de bi biryardariyek xûrt berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 17’an ve hate dewrgirtin. Beriya ku çalakî were dewrgirtin, di kesayeta Şehîd Vîyan Soran, Ronahî Penaber, Raperîn Amed û tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 16’an Mamosta Ferîde Tekîn axivî.

Ferîde di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi tûndî şermezar kir û got: “Em tecrîd û bêdengiya ji tecrîdê re şermezar dikin. Em dixwazin agahiyekî ji Rêber Apo bigirin. Ji bo wê em niha di çalakiyê de ne. Armanca çalakiya me jî, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bi vê boneyê em bang li CPT’iyê dikin da ku demildest li erk û berpirsyartiyên xwe rabe. Em 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin û bang li jinan dikin dikin da ku di 8’ê Adarê de dakevin kolanan.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar