Ticker

10/recent/ticker-posts

TJCM: Têkoşîna azadiya jinê gerdûnî bûye

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek dan û soza bilind kirina têkoşîna azadiya jinê hate dubare kirin.

Di pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya pîroz kirina 8’ê Adarê daxuyanî hate dayîn.

Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Maxmûrê Mezra Çomlek ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna azadiyê jinê gerdûnî bûye û wiha hate domandin: “Dema ku em ber bi 8’ê Adara 2023’an roja jinên kedkar a cîhanê ve dîçîn, em dibînin ku têkoşîna me ya azadiya jinê ne tenê rojekê, di her kêliyê de li hember hemû desthilatdarane. Têkoşîna azadiya jinê gerdûnî bûye. Şoreşa jinan ne xeyaleke. Ji guhertinên azadîxwaz ên di jiyana jinan de ku li Rojava, Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê belav bûye. Li ser vê bingehî jî em dikarîn bibêjîn wê sedsala 21. bibe sedsala azadiya jinê.”

Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê dewama daxuyaniyê de roja 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha hate gotin: “Roja 8’ê Adarê roja berxwedan û serhildanê ye. Di sala 1957’an de li eyaleta New York ê 129 jinên karker yên di grevê de hatin qetilkirin. Em hemû jinên cîhanê yên ku di dîrokê de bi cesaret û fedekariyek mezin têkoşîn kirîn, Clara Zetkin, Rosa Luxemburg, Leyla Qasim, Şehîd Sara, Viyan Caf, Şîrîn Elemhorî, Arîn Mirkan, Jîna Emînî, Evîn Goyî, Raperîn Amed û Ronahî Penaber em bi minetdarî bi bîrtînin. Roja 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar