Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Amadekariyên pêşbirkê berbi dawiyê ve diçe’

Berdevka Komîteya Pêşbirka Şehîd Denîz Firat, Şîlan Bîlen daxuya kirin wê dawiya meha Hezîranê dawî li girtina berheman bînin û wiha got: “Ciwanan ji bo parastina nirxên şehîdên jin û watedayîna keda wan ev pêşbirk sazûman kirine.”

Navenda Nûçeyan


Şoreşger û şopdara rêya heqîqetê Denîz Firat ku di sala 2014’an de, di encama êrişên çeteyên DAIŞ'ê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hat şehîdxistin. Ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ve ji bo biranîna Rojnameger Denîz Firat pêşbirkek ya helbest, çîrok û wênekêşiyê hat lidarxistin. Îsal jî 6'emîn pêşbirka Şehîd Denîz Firat a helbest, çîrok û wênekêşiyê ji bo biranîna Sara Hogir Riha, Bîşeng Brusk û Rojnameger Seyît Evran tê lidarxistin. Têkildarî vê xebatê Berdevka Komîteya Pêşbirka Şehîd Denîz Firat, Şîlan Bîlen ji rojname ya me re axivî.

‘Watedayîna keda wan’

Şîlan Bîlen di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku xebatên bi vî awayî pêşxistin û pêşketinê di wêje û hişmendiya civaka Kurd de dide çêkirin û wiha got: “Pilansaziya vê pêşbirkê piştî şahadeta Şehîd Denîz Firat hat kirin. Ciwanan ji bo parastina nirxên şehîdên jin û watedayîna keda wan ev pêşbirk sazûman kirin. Em jî li ser vê aramanca wan ji bo pêşxistin û dewlemendkirina wêjeya Kurdî vê xebatê didin domandin. Dibe ku cihê xebatê Mexmûr be, lê li hemû herêm, bajar û cihên ku Kurd têde jiyan dikin dikarin beşdariya xwe ji vê pêşbirkê re çêbikin. Berhemên ku beşdarî vê pêşbirkê bên kirin, pêwîste bi zaravayê Kurmancî, soranî, zazakî û bi zimanê Tirkî û Erebî bin. Niha li her çar aliyên Kurdistan û derveyî Kurdistanê beşdarbûn ji vê pêşbirkê re tê çêkirin.”

‘Girtina berheman dawiya Hezîranê bi dawî dibe’

Şîlan Bîlen diyar kir ku ji meha Nîsanê ve dest bi xebatên pêşbirka Şehîd Denîz Firad kirine û wiha anî ziman: “Wek  komîte me di meha Nîsanê de dest bi amadekariyên vê pêşbirkê kirine û wê heta dawiya meha Hezîranê berhem ji bo vê pêşbirkê bin girtin. Piştî dawî bûna berheman, wê ji aliyê joriyên hatine diyarkirin ve berhemên heyî bên komkirin û yên ku pile bigirin wê bên destnîşan kirin. Beşdarvan dikare bi dû wêne, dû helbest yan jî çîrokekê beşdarbûna xwe çêbike. Mercên serek yê pêşbirkê pêwîste berhemên ku ji bo pêşbirkê tên şandin heta niha li ti cihekê ne hatibe weşandin. Kesên ku berhem dişînin li gel berhemê xwe divê kurte jiyana xwe jî binivîsin ku kes werin naskirin. Ji bo kes xwe bigihînin navnîşana me, em torên medya dijîtal bikartînin.”

Şîlan Bîlen di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Rêjeya beşdarbûnê gelek başe û piranî berhemên ku niha gihiştiye ber destê me, helbestin. Daxwaza me ewe ku ciwanên me yên wargehê beşdarbûna xwe ji vê pêşbirkê re bidin çêkirin. Em pêşbirka xwe ya îsal di kesayeta Şehîd Denîz Firad de diyarî Şehîd Sara Hogîr Ruha, Şehîd Bîşeng Birûsk û Rojnameger Seyîd Evren dikin. Xelatgirên pêşbirkê wê bi merasîma ku di 8’ê Tebaxê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê were lidarxistin, xelatên xwe bigirin.

Navnîşanên serlêdana pêşbirkê evin:

* e-maîl: yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com

* Instagram: Pêşbirka Ş.Deniz Firat

* Telefon: +964 751 842 55 76

* Facebook: Peşbirka Ş Deniz Firat

* X: Pêşbirka Ş.Deniz Firat

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar