Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Sema Yuce (Serhildan Leyla) di salvegara şehadeta xwe de hat bîranîn.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîd Sema Yuce (Serhildan Leyla) di salvegara şehadeta xwe de hat bîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay Mamosta Leyla Arzû Îlhan têkildarî têkoşîna şehîd Sema Yuce axivî û di kesayeta şehîd Sema Yuce de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi minetdarî bîranîn.
Leyla Arzû Îlhan qala têkoşîna Şehîd Sema Yuce kir û wiha got: “Sema Yuce li hemberî dagirkeriya li ser Kurdistanê, xeta teslîmyet û xiyanetê ya ku dixwest di Kurdistanê de pêşbikeve û komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo tê meşandin encam bigire rawestiya. Heval Sema got ‘ji bo her mirovekê dû rê hene, rêyek ya qenciyê ye û rêyek a xirabiyê ye, çawan ku li ezmanan yek roj heye, li ser erdê jî ji bo me yek xet, yek rêya azadiyê heye, ew jî rêya şopandina xeta Rêber Apo, Mazlum Dogan û Zekiye Alkan e’. Ji ber wê em jî di roja me ya îro de dibêjin çawa ku heval Sema got li esmanan yek roj heye û li erdê jî yek xet heye û emê li erdê jî yek xetê bipejirînin û yek rojê bibînin ku ev roj jî Rêber Apo ye. Bi hemû hewldanan hêzên desthilatdar xwestin roja gelê Kurd tarî bikin, lê bi berxwedana Rêber Apo ya 50’î salan û bi taybet berxwedana Rêber Apo ya 26 salan ya li grava Îmraliyê di bin hemû şert û mercên zehmet de li ber xwe dide, bi têkoşîn, fedekarî û dilsoziya rêhevalên wek heval Sema me kariye em Roja xwe li tevahî cîhanê şewq vedin.”
Arzû Îlhan wiha axaftina xwe domand: “Dema em îro temaşe dikin xeta heval Sema dayî meşandin û gihayî lutkeyê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî mirovahiyê bûye hêza çareseriyê, bûye têkoşîna li hemberî dagirkeriyê. Heval Sema beriya ku dest bi çalakiya xwe bike, di nameya ku li pey xwe hêlayî de dibêje, ezê di nava 8’ê Adarê û Newrozê de pirekê çêbikim ku jin wê çawan bikaribin vê têkoşînê mezin bikin. Di roja me ya îro de li çar aliyên cîhanê têkoşîna jinê Kurd, têkoşîna berxwedanvanên Kurd hem ji bo jinan û hem jî ji bo gelan dibe îlhama têkoşînê. Ji bo vê jî dema em behsa şehîdan dikin, em bîranînên şehîdan bilêv dikin, em vêya baş dizanin ku erkê dikeve li ser milên me gelek zehmetir dibe ku em vê têkoşîna şehîdan, vê berxwedana ku îro tê dayîn hîn mezintir bikin û xeyalên şehîdan bigihînin serkeftinê.”
Piştre, sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîd Sema Yuce hatî amadekirin hat nîşandan. Her wiha piştî sînevîzyonê bîranîn bi dirûşeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.
0 Yorumlar