Bersivên gel:
- Bûyîna
hêz e.
- Bûyîna
xwedî vîn e.
- Hêza
civakê ye.
- Xwedî
parêzvan e.
-
Xweparastin e.
-
Hewcehiya her civakê ye.
- Hêza xwe
komkirin e.
- Xwedî li
civaka xwe derketin e.
- Bûyîna
xwedî leşker e.
- Tiştek
hewceyî pê nîne.
- Bûyîna xwedî
gerîla ye.
Ji hêza
çekdarî ya rêk û pêk ya dewletê yan jî ya gelekî re tê gotin artêş. Li gor îdeolojî
ango nexşerêya dewlet an jî gelê xwe tevdigere. Artêşa ku bi temamî ji civakê
pêktê, armanca avabûna wê parastina nirx, çand, dîrok û xaka gelê xwe û netewa
xwe ye. Di fitratê wê de dagirkerî, talan, destdirêjî, komkûjî û tenê ji bo
bidestxistina vana, êrişî cihekê, gelekî kirin nîne. Ev dibe artêşa parêzvan ya
wê civakê, heta weke hêzên parastinê tê binavkirin û ya rast jî ewe. Şêweyê dûyem
ya derketin û armanca artêşê hêz, desthilat, talan, dagirkerî, dizî û îrade
şikandin e.
Ji xûlqandina
destpêkê ya zindiyan heta roja îro, her zindiyek bi şêweyekê hebûna xwe
parastiye û xwedî mekanîzmayekî taybet ya xweparastinê ye. Mirovan despêkê ji bo
berdewamkirina jiyanê, xwe fêrî parastina ji lawirên durunde û karesatên
xwezayî bûne. Di encama vî fikirî de cihwarbûn û di cihwarbûnê de avahî, bi
avahiyan re jî amûr pêşketine. Ji amûrên despêkê yên birek ku ji kevir hatin
çêkirin heta vedîtina madeya hêsin, hêsinên li serê daran hatin xistin û weke rim,
tîr û amûrên din yên birek hatin bikaranîn. Heta çêkirina balafir, çekên kîmyawî
û hemû cûrên çekên îro tên bikaranîn, bi demê re bûye bingehê artêşên mezin
avakirinê.
Artêş,
bingehê xwe digihe avabûna şaristaniyê, taybet avabûna bajar û dewlet ya hêza
rêk û pêk ya parastina berjewendiyên desthilatdariyê. Dewlet her tim weke hêza
gefxwarinê li hemberî hev didin bikaranîn ango gopalê destê desthilatariyê de
ye ku her tim li ser serê gel û hêzên dijber dihejîne. Kengê, li kûderê kî li
hember desthilatdariyê rabe, artêş dikeve dewrê, weke hêza zor û talanê ya
dikeve ber diperçiqîne derbas dibe. Ji B.Z di navbera 4000-2350’an de bi
derketina Sûmeran ango şaristaniyan re artêşbûn pêşdikeve, lê bi awayê rêk û pêk
bi serdema Împaratorê Akadî Sargon re B.Z ji salên 2350’an û şûnde pêşdikeve û
ev weke yekem artêşa rêk û pêk tê binavkirin. Artêşa ku weke fîzîkî ji civakê
tê avakirin, lê ne hêza parastina civakêye. Bi qasî ji bo hêza dijber xeteriye,
ji bo civaka ku ji nav derdikeve jî xwedî heman potansiyela metirsiyê ye.
Avabûna
artêşê, civak ji fikir û hêza xweparastinê dûrxistin, bi xwe ve girêdan, hewceyî
parastinê hêlan û di heman demê de ji hemû cureyên êrişan re vekirî hiştine. Bi
artêşbûnê re feraseta parastina bi pere pêşketiye û parastin ne wek erkekî
welat û netewî, li gelek cihan weke navendeke pere qezençkrinê jî hatiye
destgirtin. Li ser vê, welatên cûda karîne leşkerên bi pere ji gel û netewên
din bigrin û ji bo xwe bidin şerkirin, şerê wekalet bi wan bidekirin. Bi avabûna
artêşan re feraseta dagirkerî, talan, xenîmet û hêza mezin ya navendî derkete
holê. Ji bo bi destxistina van û parastina wan, artêş hate erkedarkirin. Artêşbûna
bi desthilatdariyê re pêşketî, kurtasî mirov dikare weke şûrê destê hukumdaran
pênase bike.
Artêşa ku
ji civakê pêktê û li ser bingehê parastina nirx, destkeftî û xaka wî gelî, wê
netewê avakirin, bê gûman dibe mîsogeriya hebûna gel û netewa xwe. Artêşbûna
rast ya ku li ser daxwazên gel ji gel pêktê ye. Ev artêş xwedî pîvan û rêgeze, erka
xwe ya yekem parastina nirx û xaka xwe ye. Ji bo vê bi temamî ji wî gelî, netewê
pêktê, li ser rêvebirnameya çêkera îdeoojîk û siyasî ya wî gelî dayî diyarkirin,
erka bergiriya li êrişan û dijmin ji xaka xwe derxistinê dike. Ji bo gelekî
hatî dagirkirin û bi qirkirinê re rû bi rû ye, ji her tiştî li pêştire
avakirina hêza xwe ya çekdariye ku bikare di oxira azadiya wê netewê de hemû
fedekariyan bigre berçav û hebûna netewa xwe mîsoger bike. Ya ku qadê ji
siyasetê re vedike û destê dîplomasiya welatekê bi hêz dike, hêza xwe ya
leşkeriye. Ji ber vê jî artêş pêwîste li ser bingehekî xurt yê dîrokî, civakî, çandî
û îdeolojîk ya wî gelî hatibe perwerdekirin û xwedî hişmendiya xwebûna xwe be.
Ya ku dem dirêj li Kurdan dayî windakirin, nebûyîna xwedî hêzekî rêk û pêk ya
çekdarî ku bi feraseta netewî bû. Bi avabûna PKK’ê re ev hate rûniştkandin. HPG
û YJA-STAR di kesayeta netewa Kurd de, ji bo hemû cîhanê bûye mînaka artêşa ji
gel. Bê beramber û bi temamî hêza xwe dispêre gel çawa tê avakirin, bûye nimûneyek
dîrokî, hem di aliyê jin hem aliyê giştî de bûye ezmûnek fêrker.

0 Yorumlar