Xelkê Wargeha Mexmûrê piştî nimêja Cejna Qurbanê ya siharê, berê xwe dan Goristana Şehîd Nûjîn a wargehê û destpêkê cejna şehîd û xizmên xwe pîrozkirin. Piştre jî berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê, li wir axaftin hatin kirin û cejna hev pîroz kirin.
Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja Cejna Qurbanê ya siharê berê xwe dan Goristana Şehîd Nûjîn a wargehê û destpêkê cejna şehîd û xizmên xwe pîrozkirin. Piştre şêniyan berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê, li wir axaftin hatin kirin û cejna hev pîroz kirin. Beriya ku axaftin werin kirin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgitinê Mele Elî Spêrtî axivî.
Mele Elî di destpêka axaftinên xwe de behsa girîngî û wateya cejna qurbanê kir û wiha got: “Wek hûn hemû jî dizanin cejna qurbanê cejnekî pîroz û kevnare. Cejna Qurbanê çanda bapîrê me Îbrahîm Xelîle, ji wê rojê heta niha di hemû olan de bi taybet di ola Îslamê de tê pîrozkirin. Îro vê rojê de hemû bawermend bi yek cilî ango bi kefenê spî pêxas li cihekî kom dibin bi dengekî bilind bi dirûşmeya ‘Allah û Ekber’ dibêjin, wateya ‘Allah û Ekber’ ji her tiştî mezintire bi wê dirûşmeyê dest bi cejna xwe dikin. Em jî ji beriya her tiştî ji ber ku nirxên me yên herî pîroz û birûmet şehîdên me ne, em jî wek malbatên şehîdan, wek gelê penaber bi şehîdên xwe dest bi cejnê dikin. Cejin rojên aştiyê ne, rojên xwişk û biratiyê ne, rojên li hevhatinê ne, divê em di van cejnan de bibin yek. Bi boneya vê cejnê em weke malbatên şehîdan, wek wargeha Şehîd Rustem Cûdî û Komîteya Ol û Baweriyan a Kurdistanî bang li hemû rêxistin û partiyên Kurdistanî dikin bi boneya vê cejna pîroz destê xwe bidin hev, kîn û nefreta xwe şûnde bihêlin. Li ser bingehê yekîtiya netewî em bang li hemûyan dikin bibin yek. Bi boneya cejna qurbanê bi navê wargeha Şehîd Rustem Cûdî, malbatên Şehîdan û oldaran em di serî de cejna şehîdên xwe pîroz dikin, cejna gazî, malbatên şehîdan, gelê welatparêz, tevahî xelkê misilman û bi taybet em cejna Rêberê xwe pîroz dikin. Bi hêviya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dûa ji Xudayê xwe dikin, her wiha hîvî ji gelê xwedî wijdan dikin jî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe.”
Piştî axaftina Mele Elî Spêrtî, xelkê wargehê cejna hev pîroz kirin.

0 Yorumlar