Di dîroka
Kurdistanê de bi sedan ewladên vê axa pîroz bi lehengî di oxira têkoşîna
azadiya gelê xwe de ked dane, navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsandine
bûn helbest, sitran û bûn hêvî ji bo pêşeroja zarokên welatê xwe. Yek ji wan
lehangan jî Rêheval Hacî Kiran ango Rizgare ku di sala 1974’an de li Gundikê Remo
ya ser bi Şirnexê, di malbatek welatparêz a ku di nava rastiya gelerî ya bi
çanda berxwedan û serhildanê re têkel bûye de çavên xwe li cîhanê vedike û bi
kevneşopiya berxwedanê mezin dibe. Heval Rizgar ku li gund 5 sal dibistanê dixwîne,
di her dersekî xwe de zîrek û jîrbûna xwe derdixe holê. Ji ber ku li gund xwendina
dibistanê heta 5 salan hebû, ji bo wê tenê dikaribû seratayî bixwîne. Rêheval
Rizgar xwedî kesayetek çand û exlaqê kevnar yê Kurdayetiyêbû. Bi piratîka xwe
ya fedekar, dilnizim û wêrak nîşan dide ku ew zarokê herî baş yê gel û malbata
xwe ye. Heval Rêzgar di jiyana xwe de her tim rûken û kêfxweş bû. Ev kêfxweşî û
morala wî, di her karekî wî de xwe dida der. Çendî karê wî zehmet bûya jî bi
kêfxweşî diçû ser kar û mîsoger bi cîh di anî. Di sala 1989’an de dijmin êrişî
gundê wan dike û bi hovane gundê wan dişewitînin, mal û milkê wan wêran dike. Niştecihên
gund digirin û êşkenceyan re derbasdikin. Ji ber van êrişên der mirovahî, Heval
Rêzgar bi malbata xwe re di nav welatê xwe de dibe penaber. Derbazî Silopya
dibin û li wir hewl didin jiyana xwe berdewam bikin. Ji bo debara malê dest bi
karê rêncberiyê dikin. Rêheval Rizgar wekî her zarokek Kurd, rastiya dijmin zû
naskiribû û li hemberî polîtîkayên dijmin ên qirêj dikeve nava têkoşînekê. Li
beranberî van polîtîkayên bişaftinê, ti carî ji çand û zimanê xwe dûrnakeve.
Heval Rizgar di sala 1990’an de dizewice. Ji bo debara malê çi kar hebûya dikir,
bi berpirsatiya xwe radibû. Her roja ku derbaz dibû, Rêheval Rizgar kiryarên
dijmin yên li ser gelê Kurd ji nêzîk ve dibîne. Li beranberî van êriş û
pêkanînên dijmin, têkoşîna ku li çiyayên azad ji hêla zarokên gelê wî ve dihate
dayîn, wekê xilasî û azadiya gelê xwe didît. Dizanîbû ku azadî bê bedel
pêknayê. Li ser vî esasî di sala 1994’an de bi sê havalên xwe re berê xwe dide
çiyayên welatê xwe. Êdî ew gerîlayê gelê xwe, parêzvanê welatê xwe bû. Di demek
kin de xwe di hêla jiyana gerîla de pêşdixe û di her lutkeyên çiyayên welatê
xwe de ala serkeftinê diçikilîne. Rêheval Rizgar li ser esasê paradîgmaya
Rêbertî de, li ser şopa heqîqetê bi fedekarî û bi wêrekî li beranberî dijminê
mirovatiyê şer dike û tola hezar salan ji dijmin radike. Bi fedekarî, sadebûn û
dirûstbûna xwe ve di hemû xebatan de cîh digire û di dilê her havalekî xwe de hezkirinekî
bê hempa dide avakirin. Heval Rizgar erka Fermandariya Tabûrê hildide ser milê
xwe û di hemû mercên giran ên jiyan û kar de, her tim bi moral û kêfxweşî nêzdibe
û ev yek ji bo her hevalek wî dibe kaniya kêfxweşî û baweriyê. Heval Rizgar di
sala 1992’an de piştî şerê xiyanetê derbazî kampa Zelê dibe, ji wir jî derbazî
Serhadê dibe. Ew bibû lawê Agirî, wek Agirî serbilind
û serfîrazbû. Her gava ku bi xayalê welatek azad di avêt, di dilê wî de bahoz
radibûn û agirê azadiyê gûrdibû. Hezkirina
wî ya ji bo welatê wî wate dida jiyana wî. Rêhevl Rizgar her qada ku diçûyê ji
bo welatek azad têdikoşiya û di sala 1996’an de tevlî karwanên nemira dibe.
Çeka rêheval Rizgar li erdê namîne, ji hêla hevjînê wî ve tê rakirin. Heval Xwînda
tevlî nava refên gerîla dibe û têkoşîna Rêhevl Rizgar ji bo xwe esas digire.
0 Yorumlar