Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Heta Rêber Apo azad nebe, biratiya Kurd û Tirkan zehmete’

 Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkhatî anîn ser ziman û gotin: “Heta ku Rêber Apo neyê azad kirin, biratiya Kurd û Tirkan gelek zehmete. Gotinên Rêbertî kelecana me zêdetir kir.”


Piştî hevdîtina di 24’ê Cotmehê de, di 28’ê Kanûna 2024’an de Pervîn Buldan û Siri Surreya Onder li Îmralî hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkanîn. Di hevdîtinê de nêrîn û nirxandinên pêvajoyê hatin kirin û li ser vî bingehî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama destpêkirina pêvajoyek nû da.

Têkildarî peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtina hatî pêkanîn, Şêniyên Wargeha Penaberan a Memxûrê ji ajansa me re axivîn.

‘Ev pêvajo gelek girînge’

Cigirê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Şoreş Didêrî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku hevdîtina bi Rêber Apo re hatî pêkanîn, ji bo gelê Kurd û tevahî netewên Rojhilata Navîn mijarek dîrokiye û wiha got: “Rêbertiya me ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelê Tirk jî bûye hêvî û ronahiyek mezin. Ger dewlet ji dil be û ti planek yê xapandinê tine be, ev pêvajo gelek girînge. Hêviyên herkesê ji vê hevdîtinê heye. Rêbertî bi gotinên xwe jî diyar kiriye ku hêza wî ya çareserkirina vê pirsgirêkê heye. Sedsal din jî şer berdewam bike, wê encam her bi çareseriyê bi dawî bibe. Kilîla çareseriyê di destê Serokatiya me deye. Ji roja destpêkê heta niha jî, ji bo çareseriyê bang dike. Serokartiya me biratiya gelan daye avakirin û mînaka vê jî li Rojavayê Kurdistanê ye. Ev hevdîtin wê bandorê li ser rewşa Sûriyê jî bike û wê rehetiyek li wir jî çêbibe. Em bang li tevahî gelê Kurd û Tirk dikin ku li hemberî tecrîda li ser Rêbertî xwedî hewlest bin û ji bo azadiya Rêbertî di nava tevgerê de bin.”

‘Destê xayîn û dijminan ji nav xwe derbixin’

Mirarî Nêrwehî jî daxuya kirin ku hevdîtina bi Rêber Apo re pêkhatî, ronahî da gel û ew gelek kêfxweş bûne û wiha berdawamî da gotinên xwe: “Em bi hêvîne ku hevdîtinek hîn xweştir û baştir pêkwere. Ev hevdîtin bi hêza PKK’ê û xwîna şehîdan hatiye bi destxistin. Pêwîste her çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û destê xayîn û dijminan ji nav xwe derbixin. Gotinên Rêbertî kelecana me zêdetir kir. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku destê xwe bidin hev, wek bira bi hev re jiyan bikin û em Serokê xwe azad bikin. Baweriya me bi gotinên dijmin nayê, ji ber ku li aliyekê qala aştiyê dikin li aliyekê jî êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin. Pêwîste di vê pêvajoyê de hevxapandin çênebe, herdu alî bi hevre mîna birayan rûnin ser mêzê û tişta pêwîst bikin.”

‘Gelê Kurd şiyar bûya xwedî hêz û artêşe’

Herî dawî Emîn Hilalî jî axivî û bi bîrxist ku ev demek dirêj bû wan agahî ji Rêbertiya xwe negirtibûn, ev hevdîtina herî dawî ew gelek kêfxweş kirin û wiha bilêv kir: “Peyama ku Rêbertî dayî, parastina biratiya Kurd û Tirkan bû. Heta ku Rêber Apo neyê azad kirin, biratiya Kurd û Tirkan gelek zehmete. Ji ber ku bi salane Rêbertiya me di bin tecrîdê deye. Kilîla biratiya gelê Kurd û Tirkiye di destê Rêbertî de ye. Hevdîtina ku pêkhatî di encama berxwedaniya çiyayê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de hatiye bidestxistin.”

Emîn Hilalî diyar kir ku dewleta Tirk bixwe jî dizane Kurd ne Kurdên beriya sedsalane, gelê Kurd îro li xwe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gelê Kurd şiyar bûya xwedî hêz û artêşe. Baweriya me bi gerîlayên me heye ku wê Kurdistanê azad bikin û me jî ji bin destê dijminan derbixînin. Divê ji 7 salî heta 70 salî rabe ser lingan, her kesek tişta ku ji destê wî tê divê bike da ku em îtifaqa xwe pêkbînin û Serokê xwe azad bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar