Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Eger Kurd nebin yek Kurdistanek azad nabînin’

 Jinên dengbêj yên Wargeha Mexmûrê têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê axivîn û banga yekîtiyê li tevahî gelê Kurd bi taybet li jinên hunermend kirin û gotin: “Eger Kurd nebin yek Kurdistanek azad nabînin.”

Jinên dengbêj Besê Bûdak û Helîm Mistefa yên Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojvayê Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivîn û ev bang kirin: “Eger em wek Kurd nebin yek deng û yek hêz, emê nikaribin mafê xwe bidestbixin.”

‘Kes nebêje tenê ez’

Dengbêj Besê Bûdak da diyarkirin ku ew weke dayîkên dengbêj, êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tûndî şermezar dikin û wiha axivî: “Dewleta Tirk hemû çete û birçiyên dinyayê anîne ser Rojava, bi tank û topên xwe êrişî xelkê wêderê dikin. Destê hemû dewletên dinyayê di nava vî şerî de heye. Li aliyekê dibêjin em piştgiriya Kurdan dikin, li aliyê din hevkariya dewleta Tirk dikin. Destpêkê banga min ji tevahî gelê Kurd re ewe ku bibin tifaq, eger Kurd nebin yek Kurdistanek azad nabînin û wê dijmin jî hîn hovtir bibe. Lê eger Kurd bibin yek û bibin tifaq hêza wan bi qasî giştî cîhanê ye û kes nikarin li beranberî wan rabin. Bila kes nebêje tenê ez, ezezî tişta herî xirabe, eger em hemû bûn yek, kes nikare serê me bitewîne. Ji bo vê jî banga me ji bo hemû hunermend, rewşenbîr, welatparêz û rêberan ewe ku bibin yek. Bila wisa nekin ku dîsa tiştên salên berê bên pêşiya me. Hêvî û daxwazên me ji kesên ku dibêjin em xwediyê Rêber Apo, Kurdistan, şehîd û şervananin divê li beranberî vê zilmê rabin serxwe.”

‘Kurdistan yeke’

Besê di nava axaftinên xwe de balkişand li ser cûdahiyên parçeyên Kurdistanê û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Bila kes nebêje Bakur, Başûr, Rojava yan jî Rojhilat, Kurdistan yeke. Divê her kes destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe çêbikin. Pêwîste yên ku xiyanetê jî dikin, destê xwe ji xiyanetê bikişînin, eger nekişînin wê sibe dora wan jî bê. Banga me ji bo hunermendên Başûrê Kurdistanê bi taybet hunermendên jin ewe ku rabin ser lingan, dengên xwe bilind bikin, ev bêdengiya wan destê dijminê xwe xurt dikin. Eger hunermendên jin yên her çar aliyên Kurdistanê rabin serxwe, hêz û îradeya wan heye û xurte, kes nikarin li pêşiya wan bibin asteng.”

‘Sebira me nema’

Her wiha Dengbêj Helîm Mistefa ku ew jî dengbêjeke diyar kir ku dewletên navnetewî li aliyekê qaşo alikariya Kurdan dike, lê li aliyê din bi her awayî alîkariya çekan bi dewleta Tirkiyê re dike û wiha hêrsa xwe ya li beranberî êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava tîne ziman: “Em bang li dewletên navnetewî dikin ku pêşiya van êrişan bigirin, êdî sebira me nema. Em Kurd ji çil milyonan zêdetirin li cîhanê, mafê me jî heye em wekî Kurd jiyan bikin. Pêwîste Kurdên li herderê alîkarî û piştgiriyê bidin xelkê Rojavayê Kurdistanê. Pêwîste li beranberî dewleta Tirk rabin serhildanan û van komkujiyan qebûl nekin. Her wiha em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku yekîtiya xwe çêbikin. Eger em wek Kurd nebin yek deng û yek hêz, emê nikaribin mafê xwe bidestbixin.”

(rn)

Yorum Gönder

0 Yorumlar