Eger em li dîrokê binêrin ji destpêka dîroka mirovahiyê heta roja me ya îro her demê pêwistî bi xweparastinê heye. Ev cîhan û gerdûna ku em di nav de jiyan dikin, her zindî an jî her hebûn bi şêwazekî xwezayî xwedî taybetmendiya xweparastinê ye. Dema em civakê jî bigirin dest, emê bibînin gelek civakên ku nekarîne parastina xwe bikin, bi demê re tine bûne. Ango ev nîşan dide ku her demî pêwîste civak di aliyê xweparastinê de şiyar be. Dema civak tê gotin jî, piranî jin û ciwan tê bîra mirov. Ji ber ku yên di pileya yekemîn de civakê biparêzin jin û ciwanin. Civaka ku ciwanên xwe ji dest nedayî, nehêlayî bikevin bin bandora pergala sermayedar, ew civak temenê xwe dirêj kiriye yan jî di wateyek din de bê dawî kiriye.
Wek tê
zanîn ciwan hêza herî xurt û mezin ya civakê ango bigihîne azadiyê ye. Eger em
di ferqa vê rastiyê de bin, divê ciwan destpêkê parastina xwe û pêra parastina
cewherî ya civaka xwe bikin. Di heman demê de jî bikare hişmendiya parastina
cewherî û girîngiya wê di nava giştî civakê de bide avakirin. Ciwan bi civakê
re bide û bistîne pirsgirêkên civakê tehlîl bike û bikare çareserî pêşbixe.
Hewl bide civakê amade bike. Dema ciwan hêza xwe ya parastina cewherî rêxistin
kir, civak amade kir, jin, dayîk û kal ji bo heman armanca parastinê li hev kom
kir, wê demê hem dibe çavkaniya hêz û moralê, hem jî dibe sedem ku ev yek
derbeyek li dijmin bide. Avakirina yekîneyên parastina cewherî çiqasî xurt be,
ew qas jî dibe kul û di çavên dijmin de mezin dibe.
Dema em di
roja xwe ya îro de li pêvajoya heyî binêrin, emê bibînin ku dijmin çawa êrişî Rojavayê
Kurdistanê dike. Dixwaze deskeftiyên bi xwîna pakrewana hatî standin, carek din
tine bike. Lê belê em dibînin dayîk û ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi hevre di
sengerên rûmetê de axa xwe diparêzin. Bi vê ve girêdayî jin, ciwan, dayîk, pîr
û kal li Bakur û Rojhilatê Sûryê bi hev re parastina xwe dikin. Parastina
cewherî ya ku em niha qal dikin, di van kêliyan de li Rojavayê Kurdistanê bi
awayek zindî tê jiyan kirin. Ango em dikarin bibêjin çanda xweparastinê ya li
Bakur û Rojhilatê Sûryê tê jiyankirine. Di şerê gelê şoreşgerî de, civak bi
giştî rêxistin kirin û wan ber bi erkê wan yê parastinê ve birin, erkê
ciwanane. Parastina civakê gavên ber bi azadiyê ve avetine. Wek Rêber Apo jî dibêje;
“ciwantiyek ber bi azadiyê ve ketibe rê, zehmete pêşî lê were girtin.”
Dîsa
seferberiya ku li Rojava hat îlankirin, jin û ciwanên şoreşger wisa bi eşq ber bi
vî şerî ve dibezin û erkê pêvajoyê rakirin tişta herî pîroze. Parastina xaka ku
Rêbertî li ser xebitî û pir hewldan dayî, cihê şeref û rûmetê ye. Lewra carek
din serê giştî gelê Kurd bilindkirin. Herî dawî li kuderê dibe bila bibe, divê
ciwan di amadekariyên parastina civaka xwe de bin. Ne tenê dema ku şer germ
dibe, pêwîste hertim yekîneyên xweparastina cewherî û felsefeya parastina
cewherî zindî be û bikeve pratikê. Ji ber ku êrişên dijmin têkbirin û vala
derxistin, bi parastinê mîsoger dibe. Rastî jî, pêvajoya heyî fedakarbûyinekî
herî mezin dixwaze û li ser vî esasî pêwîste her ciwan ji aliyekê ve barê
pêvajoyê rake. Bi xurtkirina parastina cewherî, bi mezinkirina şerê gelê
şoreşgerî em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kar, xebat û hewildanên xwe
bigihînin asta herî jor.
0 Yorumlar