Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Mexmûrê bi biryardarî didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi koma 82’an didome.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, di roja 416’an de bi koma 82’an di dome.

Merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 81’an Silêman Şaxî axivî.

Silêman Şaxî di destpêka axaftinên xwe de xêrhatina xelkê wargehê û çalakvan kir û wiha got: “Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em çiqas çalakî bikin jî kême. Ji bo wê jî heta em Rêber Apo bi fîzîkî azad nekin wê çalakiyên me bidome.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma 82’an hat kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar