Ticker

10/recent/ticker-posts

HPG’ê 3 şehîdên Avaşînê bibîranîn

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Bi keda xwe ya bêhempa ya li Avaşînê mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştin. Em ê li ser şopa wan bimeşin, tola want eqez hilînin û armancên wan bi ser bixînin."


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger ku ji sala 2021'ê û vir ve li Avaşîn, Zap û Metînayê dewam dike, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi îradeyeke mezin şer dikin û derbên herî giran li dijmin dixin. Li taybetî li herêma Avaşînê şerekî mezin hate kirin, taktîkên gerîla yên serdema nû bi hostatiyeke mezin hatin bikaranîn. Hevrêyên me Ekîn, Dilda û Şiyar jî di vê berxwedanê de ji bo tola hevrêyên şehîd hilînin û bersivê bidin daxwazan azadiyê yên gelê me, têkoşîneke destanî kirin. Ev hevrêyên me yên leheng ku bi çalakiyên xwe bûne tirsa dilê dijmin, bi tecrûbeyên ji sala 2021'ê wergirtî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên sala 2022'an hîn bi profesyonelî û rêbazeke encamgir li dijmin xistin û pêşengî ji Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re kirin. Van hevrêyên me bi keda xwe ya bêhempa ya li herêma Avaşînê, mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştin. Em soz didin ku li ser şopa van hevrêyên xwe bimeşin, tola wan hilînin û armancên wan bi ser bixînin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Ekîn, Dilda û Şiyar re dixwazin, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ekîn Tolhildan
Nav paşnav: Cansel Gul
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Altûn-Yaşar
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Avaşîn

Nasnav: Dilda Ayper Rojhat
Nav paşnav: Seher Karga
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Saîme-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Avaşîn

Nasnav: Şiyar Firmesk Amed
Nav paşnav: Abdûllah Bayakbayan
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Zehra-Mûsa
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Avaşîn

EKÎN TOLHILDAN

Hevrêya me Ekîn li nava malbateke ji Çewlikê, li Stenbolê ji dayik bû. Jidayikbûn û mezinbûna dûrî welatê me Kurdistanê tevî ku ji aliyê çandî ve tehde li hevrêya me Ekîn kir jî ti carî ji cewhera xwe qut nebû, cewhera berxwedêriyê ya jinên Kurd di kesayetiya xwe de parast. Ji ber vê taybetmendiya xwe, tevî ku yekser ji şerê germ ê li Kurdistanê bi bandor nebû jî her tim şer û şehadetên di vî şerî de hîs kir. Ji ber vê yekê weke kesayeteke xwedî hesta berpirsyariyê, şerê li welatê me Kurdistanê ji nêz ve şopand. Ji ber ku ji malbateke kedkar bû, hevrêya me Ekîn ked zû nas kir. Bi saya taybetmendiyên xwe yên kedkariyê, hîn bû ku li ser lingê xwe bisekine û bû jineke ji xwe bawer. Nakokiya ked-sermayeyê û dîtina jinê ya di asta duyemîn de li nava civakê, zû fêhm kir. Lewma kete nava nakokiyan û ji bo bersivê ji van nakokiyan re bibîne dest bi lêgerîna li qadên têkoşînê kir. Di encama vê lêgerînê de jî partiya me PKK nas kir û perspektîfên çareseriyê û analîzên Rêberê me yên têkildarî pirsgirêka azadiya jinê bandoreke mezin lê kir. Hevrêya me Ekîn ji ber vê yekê hem ji bo bersivê bide daxwazên azadiyê yên gelê me hem jî nakokiyên xwe li ser bingeha azadiyê çareser bike, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Ekîn piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi kelecana ku bersiv ji lêgerînên xwe re dîtiye, her wiha bi hesta azadiyê ya ji stresa jiyana madî rizgar bûye, bi xweza û çiyayên Kurdistanê re zû bû yek. Bi kûrbûneke bi vî rengî tevlî nava jiyanê û perwerdeyan bû, di demeke kurt de di kesayetiya xwe de pêngavên mezin pêk anî. Sekna xwe ya ji xwe bawer bi felsefeya Rêbertî gihand asteke têgihiştî û tevî ku li nava refên gerîla nû jî bû bi hişmendiya berpirsyariya dîrokî bû alîkar ji hevrêyên xwe re. Bi vî rengî weke jineke azad hewl da erkên xwe yên pêşengiyê û wezîfeyên hevrêtiyê bi cih bîne. Hevrêya me Ekîn bi zelaliya xwe ya li îdeolojiya Apoyî, bi baweriya xwe ya bi serketinê bi her awayî tevlî nava têkoşînê bû. Perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî ji bo xwe gelekî girîng dît. Weke gerîlayeke YJA Starê haya xwe ji mîsyona xwe ya dîrokî hebû û li gorî vê mîsyonê baweriya xwe pê anî ku divê tevlîbûnê bike. Hevrêya me Ekîn ku li ser vê bingehê nêzî perwerdeyên leşkerî bû, di taktîk û rêbaza leşkerî ya serdema nû de xwe kûr kir; bi vê armancê ji xwe re kir armanceke bingehîn ku çekan hemûyan bi hostatî bi kar bîne. Berpiryariyên milîtanên Apoyî yên vê dema azadiyê fêhm kir û gihîşt wê baweriyê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin divê hîn bêhtir têbikoşe. Bi vê têgihiştinê di sala 2018'an de derbasî Avaşînê bû. Li Avaşînê di nava 4 salan de beşdarî gelek çalakiyan bû û ji bo pêşvebirina berxwedanê kedeke mezin da. Hevrêya me Ekîn ku li gel şervaniya xwe her wiha bi taybetmendiyên xwe yên fermandariyê li pêş bû, di asta fermandariya yekîneyê de kar kir û taktîka gelek çalakiyên serketî diyar kir. Weke fermandareke YJA Starê bi rola xwe ya di her çalakiya dijî dijmin de, ji bo asta bilind a şerê me bû xwedî kedeke mezin. Bû yek ji mînakên bijarte yên jinên Kurd ên azadbûyî. Bi wêrekiya xwe ya mezin, bi jêhatîbûna xwe, bi berxwedêriya li qada şer û daxwaza lêxistina li dijmin, li Avaşînê bû yek ji fermandarên sembol ên YJA Starê. Hevrê ya me ku êrîşên dagirkeran têk bir û bi milîtanî bi ser dijmin ve çû, tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li artêşa Tirk a mêtinger hate xistin. Bi vî rengî tola şehîdên me hilanî û di çalakiyan de derba destpêkê û ya herî bi bandor li dijmin xist. Hevrêya me Ekîn ji xwe re kir karê bingehîn ku bi dilsoziya bi hevrêyên xwe yên şehîd re hîn bêhtir têbikoşe, xewnên şehîdan pêk bîne û bi enerjiya xwe ya bêdawî li her deverê li dagirkeran xist.

Hevrêya me Ekîn bi dilsoziya xurt a bi Rêbertî, şehîdan û hevrêyan, bi kesayetiya xwe ya kedkar û tevlîbûna xwe ya durust a li nava karên şoreşê mîsyona xwe ya pêşengiyê bi serketî bi cih anî. Di têkoşîna me de wê ji bo me her tim bibe çavkaniya moral û hêzê.

DILDA AYPER ROJHAT

Hevrêya me Dilda li Colemêrgê li nava malbateke ji eşîra Pinyanîş a wqelatparêz ji dayik bû û mezin bû. Ji ber welatparêziya malbatê û mayina li bajarekî mîna Colemêrgê ku ji navendên têkoşîna me ye, kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Lewma jiyana çiyê ya gerîla û têkoşîn her tim meraq kir û xwest bibe gerîla. Hevrêya me Dilda ku bi vê armancê mezin bû, ji ber tevlîbûna ji derdora wê ya li nava gerîla û şehadetên li nava têkoşîna azadiyê, di sala 2015'an de beşdarî nava refên gerîla bû.

Ji ber ku sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû ku hingî êrîşên dijmin giran bû, hevrêya me Dilda rastiya dijmin zû û ji nêz ve nas kir. Ji ber ku di nava şert û mercên şer de tevlî nava refên gerîla bû, aliyên leşkerî yên hevrêya me Dilda derkete pêş. Hevrêya me Dilda xwe li gorî rastiya şer perwerde kir, tecrûbe û dersên şerê gerîla yê Partiya me bi baldarî hîn bû. Heta sala 2017'an li herêmên Zap û Avaşînê têkoşiya û di gelek çalakiyan de derbên giran li dijmin xist. Hevrêya me Dilda piştre beşdarî hin karên ji aliyê îdeolojîk ve bû û di van karan de jî bi ser ket. Piştî vî karê xwe yê serketî, ji ber giranbûna êrîşên dijmin, bi israr xwest ku li refên pêş şer bike û li ser vê bingehê derbasî herêma Avaşînê bû. Berê demeke dirêj li herêma Avaşînê mabû, lewma ne xerîbê xwezaya bêhempa ya vê qadê bû û zû tevlî karên pratîkê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecanî bandor li hevrêyan hemûyan kir û weke gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng mîsyona xwe bi cih anî. Li hemberî êrîşên dijmin ên sala 2021'ê bi îradeyeke xurt li ber xwe da, di şer de bû xwedî tecrûbeyên mezin. Ev tecrûbe jî her carê bi hevrêyên xwe re parve kir; lewma hem xwe hem jî hevrêyên xwe ji şerekî giran re amade kir. Hevrêya me Dilda di dema êrîşên dagirkeriyê yên dijmin de yên Nîsana 2022'an destpê kirin, tevlî nava tîmên bi tevger bû û ji bo bicihanîna rêbaza şerê tîmên bi tevger kedeke girîng da. Hevrêya me Dilda her firsendê hewl dida derbê li dijmin bixe, di wê baweriyê de bû ku bi vî rengî dikare bersivê bide hevrêyên xwe yên li tunelên şer bi fedaî şer dikin. Li hemberî êrîşên dijmin ên heta dawiya meha Hezîranê, heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kir û şehîd bû. Em careke din soz didin ku em ê têkoşîna hevrêya xwe Dilda teqez bi ser bixînin.

ŞIYAR FIRMESK AMED

Hevrêyê me Şiyar wek ferdekî malbateke ji Rihayê li Hatayê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe her çendî dûrî Kurdistanê ji dayik bûye jî, ji rastiya xwe dûr neketiye û kariye cewherê xwe biparêze. Ji bo vê jî şerê ku li Kurdistanê diqewimî ji nêz ve dişopand û eleqedar dibû. Mîna her ciwanê Kurd yê bi rûmet, li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser destkeftiyên gelê me û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser gelê me xwedî helwest bû. Pêşî beşdarî çalakiyên protestoyî yên legal bû. Lê ji ber ku dijmin li hember çalakiyên sivîl jî tehmûla wî nebû, bi qasî 4 mehan di zindanê de ma. Di vê dema girtinê de ti tawîz neda dijmin û ev yek bi kevneşopiya me ya berxwedana zindanan veguherand firsendekê. Hevrêyê me Şiyar ku di warê bîrdozî û teorik de xwe perwerde kir, rastiya gelê xwe bi vî awayî hêj baştir fêm kir. Di heman demê de ji ber bi rastiya dijmin re rû bi rû ma û di fêhmkirina rûyê rast ê dijmin de zêde zehmetî nekişand. Hevrêyê me Şiyar ê ku di pêvajoya zindanê de biryara tevlîbûna gerîla da, piştî ku ji zindanê derket, berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên ku bêhna azadiyê jê digirt û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Şiyar ku demekê li çiyayên Kurdistanê ma, ji taktîkên şerê gerîla heta bikaranîna her cure çekan perwerdeya girîng dît. Hevrêyê me Şiyar ku bi îradeya xwe ya di van perwerdeyan de gerîlayekî serkeftî û jêhatî bû, ji bo hesabpirsîna ji çeteyên DAÎŞ’ê û rizgarkirina Şengalê ji dagirkeriyê, ji bo biçe Şengalê pêşniyar kir. Piştî ku pêşniyara wî hat qebûlkirin, bi coşeke mezin derbasî Şengalê bû û tevlî pêngava rizgarkirina Şengalê bû. Di şer de bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakar hemû erkên xwe bi serketî bi cih anî û di vî warî de bi hemû hêza xwe soza azadkirinê ya ku gerîlayê azadiya Kurdistanê dabû gelê me yê Şengalê, pêk anî. Hevrêyê me Şiyar ku di şer de ezmûneke mezin a leşkerî bi dest xistibû, xwest ezmûna xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê û li dijî dewleta Tirk a dijminê gelê me şer bike. Hevrêyê me Şiyar ê ku bi kêfxweşî vegeriya çiyayên Kurdistanê, weke cara ewil tama azadiyê kir û xwe dît, bi moralê ku bi dest xistibû berê xwe da eniyên şer û derbasî qada Avaşînê bû. Rola hevrêyê me Şiyar di warê rêxistinkirina tîmên bi tevger ên li dijî dijmin de jî diyarker bû. Hevrêyê me Şiyar ku yek ji hevrêyên me ye ku tevî hemû êrîşên dijmin ên li ser bingehê teknîkê bi îradeya Apoyî ya bênavber li ber xwe da û li Avaşîn derbên giran li dijmin xist, bi têkoşîna xwe kevneşopiyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hişt. Weke hevrêyên wî em soz didin ku teqez em ê vê kevneşopiya berxwedanê bi azadiya gelê xwe tacîdar bikin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar