Ticker

10/recent/ticker-posts

Heqîqet jiyana Azad ya jinê ye

Di zimanê Kurdî de dema jin tê gotin mîsoger zimanê me li pey peyva jiyanê jî dikev. Ji ber ku di zimanê Kurdî de peyvên ‘Jin û Jiyan’ hertim li gel hev ji bo rê xweşkirina ziman bikar hatiye. Bê guman gelek lêkolin li ser van her du peyvan hatine kirin. Her bîrdoziyek bi şêwaz û nêrînek cûda, hatina gelhev ya van peyvan nirxandiye. Dibe ku em rastiya heyî ya di bingehê van peyvan de hatî razadin ji were dernexin holê, lê bîrdoziya herî nêzî rastiyê ya ku herî zêde gel jê bawer dike jin wate dide jiyana heyî û bi wate dayînê re nirxên pîroz yên civakê di afirînin. Jinên ku parçe parçe civak afirandî, ji aliyê desthilatdaran ve parçe parçe ji jiyana civakê hatin qutkirin. Ji bo şikandina vîna jinê gelek xetên sitûr hatin xêzkirin, li gorî wan xetan tevger û pîvanên jiyana jinê hatin diyarkirin. Jinên ku derdiketin ji dervey van pîvanên sîstema desthilatdar bi kuştin, tacîz, tecawîz û lêdanê dihatin terbiye kirin. Li gorî distûrên desthilatdaran parastina nirxên jinê rewa dîtina kuştina jinê û qetilkirina jinê ye. Rejimên desthilatdar yên ku qaşo dibêjin em pir bi exlaqin, di bin navê dîn de mehir kirina zarokên keç û tecawîzkirina wan ji xwe re pir exlaqî dibînin, lê por derxistina jinan bê exlaqî dibîn e. Ev çiqas li gorî mafê mirov û zindiyên li ser rûyê cîhanê ye. Hûn bibêjin, yên ku xwe dibin dînê desthildaran de dinuxumînin? Gelo di bin navê exlaqê civakê de jiyana hêjayî jinê tê dîtin kuştin, destdirêjî, tecawîz û lêdan e? Çawan zindî kirina jiyana nû li Rojhlata Navîn bi destê jinê serîhilda, desthilatdar û dagirkerên cîhanê jî xwestin jinê li wir bi fetisînin û tine bikin. Sîstema baviksalarî ji serdema Sumeran heta niha li ser bingihê tine hesibandina jinê şêwaz dayîne sîstema xwe. Ji bo ku xwe li ser lingan bigrin, dewlet avakirin û yê ku kirine qurbanê sîstema xwe jî jin bûn.

Li ser vê xwe gihandina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi qasî azadiya jinê zehmete. Ji bo anîna gelhev ya van hersê peyvan, îdolojî û baweriyek pêwîste. Di nava rastiya cîhanê de li cihê jin hatî qetilkirin û tinekirin, bilindkirina vê dirûşmeyê bi qasî avêtina kevirek biçûk ya di nava deryê de nayê dîtin. Lê Rêbertî li ser rastiya jiyana jinê û heqîqeta Rojhilatan Navîn, bîrdoza heqîqeta jiyana azadiya jinê xuliqand. Ji bo jiyana jinê arasteyî civakê bike, rolê jinê yê di nava civakê de ji nûve zindî kir. Piştî lêkolînên heyî, Rêbertî ji bo hêza jinê ya di nava şerê gelê şoreşgerî de got: “Heta jin azad ne be civak jî azad nabe” û ji bo azad kirina jinê, têkoşîna azadiya jinê da destpê kirin. Jinên li pey lêgerîna jiyana azad, berê xwe da nava refên têkoşînê û dest bi şoreşa jina azad kirin. Ne tenê jinên Kurd bi hezaran jinên cîhanê yên ku li pey azadiya xwe ketine, xwe di nava vê şoreşê de dîtin û bûn parçeyek ji vê şoreşê. Bi ruhê jinên şoreşger li hember sîstema desthilatdar têkoşînê dikin. Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî niha dibin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de li dijî rejîma dîkdator ya Îranê serîhildane û ji qetilkirin jinê re dibêjin êdî bese, gav bi gav ber bi azadiya jinê ve pêngav di avêjin.  

Jiyan Pîran


 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar