Li gorî ajansa ANHA’ê di encama bombebaranên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku ji duh şev ve li Dêrik, Zirgan, Girê Spî, Kobanê û Şehbayê pêk hatin de, 11 welatî û peyamnêrê ajansa ANHA’ê şehîd bûn, 6 welatî û peyamnêrê Stêrk TV`yê jî birîndar bûn. Her wiha 14 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 12 jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev bi hemwext li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê êrişek da destpêkirin.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker ji duh şev ve herêmên Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê bombebaran dikin. Di bombebaranan de dîsa welatî bûn qurbanî. Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî bûn hedef.
Dêrik
Di êrîşa li Dêrikê de li gundê Teqil Betil wesayitek hat hedefgirtin. Di vê êrîşê de 2 kes şehîd bûn. Piştî êrîşê welatiyan xwestin biçin cihê bombebaranê û birîndaran rakin. Lê balafirên dagirkeran vê carê jî welatî bombebaran kirin.
Di encama bombebarana duyemîn de 7 welatî şehîd û 3 kes ji birîndar bûn. Di nava şehîdan de peyamnêrê ajansa me Îsam Ebdullah jî heye.
Zirgan
Balafiran gundê Til Hermel ê dikeve Bakurê Zirganê û embarên genim ê gundê Dehir El Ereb ku dikeve bakur rojhilatê Zirganê bombebaran kirin. Di bombebaranan de 3 kes şehîd, 3 kes jî birîndar bûn. Di heman bombebaranê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 5 jî birîndar bûn.
Girê Spî
Noqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Qizelî yê li rojavayê Girê Spî bû hedefa bombeyan. Di êrîşê de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.
Kobanê
Rêya Cerablus û Daristana Kobanê yên dikevin rojavayê bajar, taxa Kaniya Kurdan û gundê Helincê yê dikeve rojhilatê bajar û girê Miştenûr hatin bombebarankirin. Her wiha îro saet derdora 09.30’an balafiran careke din gire Miştenûr bombebaran kir.
Di bombaranê de peyamnêrê Stêrk Tv Mihemed Ceradê ku dixwest êrîşan bişopîne, birîndar bû.
Şehba
Balafiran şevê din gundê Şewarxa yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ku noqteya hêzên hikumeta Şamê lê ne, bombebaran kir. Di êrîşê de 10 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 5 jî birîndar bûn. Ji ber ku li ser herêmê liv û tevgera balafiran didome, agahiyên zelaltir nehatine bidestxistin. Tê gotin ku dibe hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bin.
Hêjayî gotinê ye hîna li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê liv û tevgera balafirên keşfê yên bi çek (SİHA) û yên şer didome.
0 Yorumlar