Ticker

10/recent/ticker-posts

PYD: Li rex gelê Rojava bin

Meclisa Giştî ya PYD’ bi daxuyaniyekê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku nirx û mafên xwe biparêzin û hate gotin: “Em bang li gelên cîhanê dikin ku li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li rex gelên herêmê bisekinin.”


Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşîst her tim mayîna xwe bi bindestkirin û mêtingerkirina gelên herêmê ve girêda ye. Bi taybet gelê Kurd da ku wî tune bike û ji hemû aliyan ve qir bike. Ji damezirandina komara xwe ve, tunekirina gelê Kurd û koçberkirina wî, kiriye bingeha stratejiya xwe. Ji bo wê tevahî planên Osmaniyan dîsa bi serê gelê Kurd dike. Ji bo wê jî hemû amûr û ajandeyên xwe yên terorîst bi kar anîn. Dema bi ser neket bi xwe destwerdan kir û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin û ew kirin navenda terorsîtan da ku li dijî kesên li dijî rêgezên wê der dikevin bi kar bîne.

Dema siyasetên wê yên qirker û hovane li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi bin ketin ruxmî ku çekên qedexekirî û kîmyawî bi kar anîn, berê xwe da Rojava da ku serkeftinekê bi dest bixe ji bo emrê hevalbendiya xwe ya faşîst a li Tirkiyê dirêj bike. Ji bo wê berê xwe da gelek lîstokên qirêj da ku bihaneyan derxe û pê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji ber vê, êrişa terorîst a li Stenbolê plan kir û pê saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tawanbar kir. Tenê ji bo hicetekê bibîne û pê êriş bike, dikare heta welatiyên xwe yên sivîl bikuje.

Hemû saziyên Rêveberiya Xweser û QSD`ê ev êriş şermezar kir û gotin têkiliya wan pê tune ye. Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk wê dike hicet da ku êrişî herêmê bike. Lê tevî ku ev dek û dolap ji cîhanê û kolana Tirkiyê re eşkere bû jî, bi hêzên xwe yên hewayî duh êvarê ji Efrîn, Şehba, Kobanê heta Dirbêsiyê û Dêrikê êriş kir. Di encamê de bi dehan kes şehîd bûn û birîndar bûn. Hîna jî em nizanin heta kengî dê hovîtiya wê berdewam, bidome.

Em ji dewleta Tirk re teqez dikin ku mîna van êrişan, vîna gelê herêmê naşikîne û dê projeya xwe ya li ser biratiya gelan û jiyana hevbeş ava kiriye, berdewam bike. Gelê me dikare xwe û rûmeta xwe li hember destwerdana hovane û planan biparêze. Em bang li pêkhateyên Sûriyê dikin ku li ber xwe bidin, li ser bingeha parastina rewa nirx û rûmeta xwe, dîrok û mafên xwe yên demokratîk biparêzin. Em bang li hemû hêzên parêzvanên demokrasiyê û nirxên mirovahiyê dikin ku li hember vê terorê û hovîtiya dewleta Tirk a faşîst, li rex gelê herêmê bisekinin. Ji ber ku ev dek û dolapên dewleta Tirk û hovîtiya wê êdî li ser hemû gelên herêma Rojhilata Navîn xeter in. Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê berpirsên hovîtiya dewleta Tirk a li ser gelê me û destkeftiyên wî ne.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar