Ticker

10/recent/ticker-posts

Gelê Mexmûrê dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku şevê din li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk anîbû meşiyan û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê û gerîla sival kirin.



Dewleta Tirk a dagirker şevê din bi awayekî hemwext li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê êriş pêk anî. Li dijî van êrişan êşiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşiyan. Bi tevlîbûna dehan şêniyên wargehê meşê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan. Di meşê de posterên  Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin hildan û bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî ku meş gihişt li ber avahiya NY’yê daxuyaniyek hat dayîn.

Beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeta kesên ku di komkujiyê de hatibûn qetilkirin ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê têkildarî êrişên ku li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Yusif Kara axivî û got: “Em bang li hemû gelên Kurdistanê dikin pêwîste em bêjin ji qirkirin, komkujî û ji êrişên bi vî rengî nemerdane re bêje êdî bese.”

Yusif Kara bal kişand li ser êrişa ku li Stembolê çêbûyî û wiha got: “Ev şefê faşîst ne tenê ji bo gelê Kurdistanê ji bo gelê Tirkiye û gelên cîhanê jî mirovekî qirker û tirsoneke. Ji bo berjewendiyên xwe, ji bo bikaribe îxtidara xwe biparêze, ji bo bikaribe dengên ku alîgirên xwe biparêze li Îstiklal a  Stembolê êrişek hat pêkanîn. Ev êrişa ne merdane ya ku li  Îstiklalê çêbûyî xwestin bixin stûyê tevgera azadiyê. Helbet di heman demê de dixwestin piştgiriya hêzên hegemon, hêzên ku serkêşiya moderniteya kapîtalîst dike bike, ji wan re lambeya kesk pêdixe. Piştî ku ew êrişa li Îstiklalê pêkhatî, Soylu derket pêş kamerayan û got; ‘fermana vê êrişê ji Kobanê hatiye, piştre got ji Efrîn hatiye, piştre jî got ji Minbîc hatiye’ pir eşkere û zelalbû ku ev şefê faşîst di Herêmên Medyayê de encamên ku dixwes bi dest nexist. Ji her hêlê ve keta rewşek tengav de ji ber wê serî li rêyek bi vî awayî qirêj û ne merdane da. Şevê din ji Rojavayê Kurdistanê ji Şehba bigre heta Qendîl, Asos, Şengal êrişekî bi vî rengî ne merdane pêkanîn. Lê we hêzên ku lamba kesk pêxistîn, hêzên modernitiya Kapîtalîst yên global, serdest jî dizanin êrişa ku li Îstiklal çêbûyî ti eleqederê xwe ne bi hişmendiya me, ne bi felsefa me û ne jî bi tevgera me re tineye. Ji bo bikaribin êrişên ku navbera wan û Yewnan de berbi milekî din ve bibe, ev planek ya NATO bû.

Lê wek gelê walatparêz, wek şoreşgerên wê, ev planên qirêj yên ku dibin kujerê mirovatiyê wê di qirika wan de bimîne. Ji ber vê yekê em wek gelê Mexmûr gelê ku nêzî sih sale li beranberî van hemû êrişên qirker û nemerdane li ber xwe dide û li beranberî dijmin çok nedanî wê xelkê Rojavayê Kurdistanê jî wê li himberî êrişên qirker yên dewleta faşîst wê çok nedanin. Ji bo wê em bang li hemû gelên Kurdistanê dikin pêwîste em bêjin ji qirkirin, komkujî, ji êrişên bi vî rengî nemerdane û li ser me bazarkirinê re bêje êdî bese. Eger em Kurd li dijî van hêzên faşîst berxwedanek topyekûn û şerê gel ê şoreşgerî pêş nexin, em ê her roj bi êrîşên bi vî awayî re rû bi rû bimînin.”

Meş bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar