Ticker

10/recent/ticker-posts

4. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr destpêkir

Li Wargeha Mexmûrê 4. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê, bi dirûşmeya ‘Wek jinên ciwan, bi ruhê serhildana demê emê tecrîdê parçe bikin, şoreşa jin ava bikin’ destpêkir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 4. Kongreya Tevgera Jinên Jinên Ciwan ên Mexmûrê, bi dirûşmeya ‘Wek jinên ciwan, bi ruhê serhildana demê emê tecrîdê parçe bikin, şoreşa jin ava bikin’ bi 300 delegeyan destpêkir.

Kongre li salona konferansê ya wargehê pêk tê û salon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 17 şehîdên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûyîn, Şehîd Sara, Rûken, Nagîhan û gelek pêşengên Tevgera Azadiya jin hatiye xemildanin. Her wiha ji Şengalê jî komek jinên ciwan tevlî kongreyê bûne.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin û piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Kajîn Ozek ve hat kirin.

Kajîn di destpêka axaftina xwe de 4. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan diyarî Rêber Apo, Şehîdên Zap, Avaşîn, Metîna û tevahî şehîdên jin kir û got: “Em tevahî şehîdên tevgera jinan bibîr tînin û bejna xwe li ber giyanê wan de ditewînin. Kurdistan di bin şerek mezin de derbas dibe. Ji ber ku em berbi serkeftinê ve diçin. Ev pêvajo bi berxwedan û têkoşînê bi rêve diçe. Gerîlayên azadiyê li hember çekên kîmyewî li berxwe didin û derbeyên giran li dijmin dixin. Wek jinên ciwan ên Mexmûrê erka me ye ku em di vê kongreyê de, kêmaniyên xwe bibînin û xwe ji bo dema pêş amade bikin. Em di şerê cîhanê yê sêyemîn re derbas dibin û dixwazin me di vê şerê de qir bikin. Lê gelê Kurd êdî bi saya Rêber Apo bûye vîn. Bi giştî cîhanê de êdî dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye pêşeng. Em jî dibêjin, emê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ serbikevin.”

Piştî axaftina vekirinê hilbijartina dîwana konferansê hat kirin û di van kêliyan de 4. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê, bi diyarkirina rojeva konferansê berdewam dike.

Rojevên Konferansê:

Xwendina perspektîfên Rêber Apo.

Xwendina raporan.

Nirxandina rewşa siyasî.

Temaşekirina Sînevîzyon.

Nirxandina rewşa rêxistinî.

Xwendina rêzikname.

Pêşnûmebiryar.

Hilbijartina Meclîsê.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar