Çiya welatê
vejînkirina jiyanek nû ye. Li ser lutkeyên çiyayan gelek Egîd û Bêrîtanan hespên
xwe yên azadiyê bezandin e. Nêrgizan vekir bilbilan bi dengê xwe yên evsûnî
destanên gerîlayan anîn ser ziman. Yek ji van destanan jî destana Nêrgiz bû. Nêrgiz
wê bibûya nêrgiza çiyayên welatê xwe.
Rêheval Nêrgiz di
nav malbatek welatparêzde de li Cizira Botanê çavên xwe li jiyanê vedike. Di
nav malbatê de li ser fîkrê welatparêziyê tê mezin kirin. Evîna welatê wê di wî
dilê wê yê biçûk de neqiş dibe û bi xeyalê ku wê rojek bibe gerîla mezin dibe.
Wek her
malbatek walatparêz, malbata Nêrgiz jî her roj bi êrişên dijmin re rû bi rû dimine
û li beranberî van êrişên dijmin Nêrgiz di nav wî dilê xwe yê biçûk de kînek
mezin dikir. Ji ber êrişên dijmin malbata heval Nêrgiz neçarî penaberiyê dibe. Di
rêwîtiya xwe ya penabertiyê de bi zorî û zehmetiyan re rû bi rû tê. Di nava vê
rêwîtiyê de evîna dîlê rêheval Nêrgiz roj bi roj mezintir dibe û dibe xweşikbûnek
ser rûyê we. Li Wargeha Etrûşê dest bi
dibistanê dike. Di dibistanê de serkeftî û di jiyanê de jî bi israr e. Dibe heskirinek
di nava dilê civak û hevalên xwe de. Carna zorokek bû di nav zarokan de, carna jî
wekî kesek temen mezin di nav sohbeta civatekê de dibe.
Belê dem
hatibû divê rêheval Nêrgiz li pey xayalên xwe yên zarokatî biketibûya. Rêheval
Nêrgîz di sala 18.05.1996’an de derdikeve ser dikê û soza xwe ya tolhildanê
dide û berê xwe dide çiyayên azad.
Heskirina
wê ya ji bo çiya, xweza û jiyanê, wiya li çiyayên Kurdîstanê xiste gerîla. Wek
xezalek wêrek di her lutkeyên çiyada bazdida. Bi wêrkiyek mezin diçe ser dijmin
û tola zarokên penaber û rondêkên daykên dil bi êş radike. Dibe parêzvanek yê welatê
xwe û mînakek ji bo hevalên xwe.
Rêheval
Nergîz di 05.11.2012’an de li Kato Marînos di êrişa hewayê de bi sê hevalên xwe
re dikeve nav karwanên nemiran.
Belê di
çiyayan de Nêrgiz hişk nebû, her ku çû şînbû û wê her tim jî şînbibe û wê bi
hezaran nêrgiz berê xwe bidana çiyayên azad û biketina ser şopên heqîqetê.
0 Yorumlar