Şukrî Nêrwehî diyar kir ku karê çandinî û xwedîkirina sewalan, karekî herî pîroze û got: “Malbatên ku derfetên wan heyî dikarin di wargehê de hîn baştir karê cotkarî û sewalvaniyê bikin.”
Jiyan
Pîran
Gelê
wargeha Mexmûrê salên dirêj aboriya xwe li ser karkeriya li bajarên Herêma
Kurdistanê pêşwaz dikirin. Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê derfetên kar di herêmê
de kêm bûn. Piştî kêmbûna derfetên kar, qismek gelê wargehê derfetên karê
çandinî û xwedîkirina sewalan di wargehê de ji bo xwe da afirandin. Yek ji wan
kesan jî Şukrî Nêrwehiye ku ji sala 2014’an û şûn ve dest bi karê çandinî û
xwedîkirina sewalan kiriye. Şûkrî Nêrwehî ku têkildarî karê xwe yê çandinî û
xwedîkirina sewalan ji rojnama me re axivî û got: “Wek gotina pêşiyan ya ku dibêje;
5 hezarê te ji 500 hezarê xelkê gelek
baştire.”
‘5
hezarê te ji 500 hezarê xelkê gelek baştire’
Şukrî di
destpêka axaftina xwe de balkişand li ser pêvajoya 2014’an û wiha got: “Beriya
sala 2014’an min li bajarên Herêma Kurdistanê karkerî dikir. Pîştî êrişên
çeteyên DAIŞ’ê karê avahîsaziyan li herêmê kêm bû. Min wê demê biryar da ku ez
dest bi karê çandinî û sewalkariyê bikim. Jixwe tê zanîn di van salên dawî de
ji hemû rê û rêbar li me hatin girtin, em nikarin derkevin ji derveyî wargehê. Ev
yek hîn zêdetir me bi karê em dikin ve da girêdan ku xwe neçarî Malbata Barzanî
û kesên mîna wan nekin. Wek gotina pêşiyan ya ku dibêje; 5 hezarê te ji 500 hezarê xelkê gelek baştir.”
‘Ez nû
nû berhem ji karê xwe digirim’
Şukrî di
dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku kesên ku ked bidin, wê berhem jî bigre
û wiha pêde çû: “Ez ji bo pêşwazîkirina berhemên xwezayî yên malê vî karî
dikim. Ez li gorî demsalan çandiniya şînatiyan ya ji bo pêwîstiyên malekê
diçînim. Her wiha min gelek darfêkî wek Mijmij, Tirî, Zeytûn, Xox, Hêjîr û Hinar
çandin e. Dema ku mirov bixwe çandiniyê dike tema wî cudaye. Karê mirov dike sed
caran ji yê derve baştire. Mirov di ber çi de ked bide, wê berhemek baş jê bigire.
Jiyana me ya gund jî li ser çandinî û xwedîkirina sewalan bû. Lê erdnîgariya
vêderê gelek ji ya gund cudatir e. Piştî demek dirêj me nû karî em xwezaya
vêderê fêm bikin û berhem jê bigrin. Ev çend salin di nava vê zeviyê de ked
didim nû nû dikarim berhemê keda xwe bigirim. Hertişt ked û xwihdan dixwaze.”
Şukrî
Nêrwehî di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku derfetên cotkariyê li wargehê
hîn zêdetir bikin û got: “Dema min dest bi vî karî kirî, min gelek zoriyên av û
eletirîkê jiyan kir. Gelek malbat dixwazin vî karî bikin, lê derfetên wan li
gorî tê xwestin nînin. Malbatên ku derfetên wan heyî dikarin di wargehê de hîn
baştir karê cotkarî û sewalvaniyê bikin.”
0 Yorumlar