Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Seyîd Evran (Seyîd Mehmûd Evran), şehîd Aslan Qamişlo (Mûzellîf Taşkin) û Deniz Cewdet Bulbun bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ya wargehê ve hat organîzekirin. Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin. Beriya ku axaftin were kirin di kesayeta Şehîd Seyîd, Aslan û Deniz de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê axaftinek ji aliyê Xebat Îlhan ve hat kirin.
Xebat Îlhan di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta her sê şehîdan de hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bibîr anî û wiha peyîvî: “Weke ku Rêber Apo dibêje, Şehîd pêşengên me yên herî girîngin û rastiyên me yên herî bêdawî ne. Di kesayeta van hevalan de mirov dibîne rastiya jiyana demokratîk ya gelan û gelên Rojhilata Navîn bi hesretek pir mezin û bi rêwîtiyek 30 sal dan meşandin. Di vê rêwîtiyê de heta kêliya xwe ya dawî, heta nefesa xwe ya dawî ev şopa heqîqetê bi wan re meşiya. Niha tişta ku dikeve li ser milê me em jî di rêya wan de, têkoşîna wan serkeftina wan bibin serî. Ji bo em bikaribin dijminê hov têk bibin divê em rêya van her sê pakrewanan bi şopînin. Wek gelê wargehê em di serî de sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û bejna xwe li beranberî wan ditewînin û em dibêjin bila serê Serokatiya me saxbe, serê gelê welatparêz saxbe û serê gelê amade saxbe.”
Piştî axaftinê merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.


0 Yorumlar