Ticker

10/recent/ticker-posts

JÎN Û JIYANA WARGEHÊ NE

Hunermendên biçûk ên koma Jînim Jiyanim a Stêra Zêrîn ya Mexmûrê, bi huner û stranên xwe xiyaneta Mala Barzanî û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kirin û berxwedana dîrokî ya gerîla jî slav kirin.

Armanc Herekol

Hunermendên biçûk ên koma Jînim Jiyanim a Stêra Zêrîn ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi huner û stranên xwe, xiyaneta Mala Barzanî ya li dijî gel û Tevgera Azadiya Kurd û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kirin. Her wiha berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê jî slav kirin.

Koma muzîkê ya Jînim Jiyanim ji 10 kesan pêk tê û ev bi qasî sê sal in, li Navenda Stêra Zêrîn a Mexmûrê perwerde dibînim. Bi dehan caran di pîrozbahî û şahiyan de çûne ser dîkê û hunera xwe pêşkêş kirine. Gelek caran, ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar bikin û moralê bidin gel, di çalakiya nobetê ya ku ji 20’ê Tîrmehê ve li Wargeha Mexmûrê hatî destpêkirin de, stranan dibêjin.

Piranî stranên vê komê şoreşgerî û potporî ne. Tenê yek armanca vê komê heye, ew jî xwedî li çand û hunera Kurdî derketin û fêdeyek dayîna civaka xwe ye. Ji ber vê armancê timî xwe perwerde dikin û pêşdixin. Komînalbûn û bi hev re xebat meşandina vê komê, timî bala gel kişandiye û bûye sedem ku zarok û ciwanên wargehê hîn zêdetir berê xwe bidin Navenda Stêra Zêrîn. Ev kom ji aliyê gelê wargehê ve jî pir tê hezkirin û êdî hemû kes wan nas dike û piştgiriya xwe bi wan re didin nîşandan. Koma Jînim Jiyanim wek navê xwe jîn û jiyana wargehê ye.

Ev koma biçûkan ji tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, xiyanet û êrişên li ser gel û hunera Kurdî hayedar in. Timî li dijî xiyanet, tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên li ser gelê Kurd, stranan dibêjin û van kiryarên qirêj şermezar dikin. Berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê jî ji bîr nakin û bi stranên şoreşgerî wê berxwedana ji pola silav dikin û piştgiriya xwe tînin ser ziman.

Endamên Koma Jînim Jiyanim a Stêra Zêrîn, li ser kar û xebatên xwe, êriş û xiyaneta Mala Barzanî, dagirkerî û berxwedana gerîla ji ajansa me re axivîn û stran gotin.

Hem kêfxweşin û hem jî kêfxweş dikin

Endamê Koma Jînim Jiyanim ê bi navê Yasîn Apaydin anî ziman ku dema ew stranan dibêjin kêfxweş dibin û got: “Em koma Jînim Jiyanim in. Em bi kêfxweşî stranan dibêjin û gel kêfxweş dikin. Em dixwazin Rêberê me bi fîzîkî bê azadkirin. Stranan ku em dibêjin, em diyarî Rêber Apo û gerîlayên serê çiya dikin.”

Bi stranan tecrîd û xiyanetê şermezar dikin


Her wiha endama bi navê Vîyan Yîgît jî axivî û di serî de xiyaneta mala Barzanî ya li dijî gelê Kurd şermezar kir û wiha peyivî: “Em wek kom, ev sê salin bi hev re perwerde dibînin û stranan dibêjin. Em li vir xwe fêrî hunera Kurdî dikin. Em diçin ser dîkê û bi stranên xwe, tecrîda li ser Rêbertî û xiyaneta PDK’ê şermezar dikin. Em van stranên xwe dîyarî Rêber Apo, şehîd û şervanên serê çiya dikin.”

Bi enstrumanên xwe bertek nîşan didin

Li ser heman mijarê endamê bi navê Dezdar Utun jî axivî û destpêka axaftinên xwe de slavên xwe ji Rêber Apo û gerîlayên serê çiya ên ku niha li dijî dagirkerî û xiyanetê li berxwe didin re şandin û ev tişt gotin: “Em wek kom xebatek a muzîkê didin meşandin. Em bi stran û hunera xwe, kiryarên Mala Barzanî, êrişên dewleta Tirk û qirkirina çanda Kurdî şermezar dikin. Em bi enstruman û stranên xwe, li dijî van kiryarên qirêj disekinin. Em stranên li ser Rêber Apo, şehîd, gerîla û Kurdistanê dibêjin. Di her stranên me de mijarek heye. PDK dibêjin em Kurdin û li dijî Kurdan şer dikin. Em xiyaneta PDK’ê şermezar dikin.”

‘Xwedî li çanda Kurdî derbikevin!’

Herî dawî endama bi navê Nalîn Apaydin jî wiha hestên xwe bi me re parvekirin: “Koma me navê wê Jînim Jiyanim e. Wateya wê pir xweşe, hem jine û hem jîyane. Em wek kom bi stranên xwe gel kêfxweş dikin. Li cihê çalakiyan em stran û hunera xwe pêşkêş dikin. Em bi stranên xwe êrişên li ser Kurdan şermezar dikin û em bang li tevahî ciwanan dikin da ku xwedî li çand û hunera Kurdî derbikevin.”

 

  

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar