Cûdahiya biyolojîk a di navbera jin û mêr de gav bi gav veguheriye cûdahiya rol û erkê ku civak li ser herdu zayendan dayîn ferzkirine. Newekheviya zayendî wekî hêcetekê rewa hatiye bikaranîn. Feraseta ku mêr li gorî jinan di pozîsyoneke serdestir de tê dîtin, hişmendiya serdest a mêr bi bingeh kiriye. Ji bo ku li welatekî behsa wekheviya zayendî were kirin, divê jin di warê xwedîkirin, çavkanî û xizmetê de bi mêran re di pozîsyona wekhev de be. Li gorî çandan, têkiliyên zayendî tê guhertin. Lê tê dîtin ku mêr di gelek qadên jiyanê de serdestin û jin bi giştî di paş de tê avêtin. Mixabin, ev yek jî qanûnê bandor dike û nahêle qanûn bên bicih anîn. Dema em qanûnên navnetewî temaş dikin, dîrokek pir berfireh nîne ku jinan karî ji bo parastina mafê xwe hinek xalan di qanûnên navnetewî de bide bi cih kirin. Ev maf jî bi têkoşîna jinan hatin bi destxistin. Ti kesê ji berxwede ti maf neda jinan. Di gelek hevpeymanên navnetewî û dewletan de ji bo jin û mafên jinan qanûn hatin bi cih kirin, hinek ji wan hevpeymanan evin; Beyanameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, Peymana Heq û Mafên Mirovan, Peymana Mafan a Ewropayê, Peymana Qewmî û Cûdakariya li dijî Jinan, Peymana CEDAW (Peymana ji Holê Rakirina Her Cûre Cihêtiya li dijî Jinan) û ya Stenbolê. Lê dema pirsgirêkek ya jinan rû dide û serlêdanê ji bo dadgehê dike, ev qanûn tenê li ser rûpelê spî dimîne. Rastiya heyî ewe ku ti dewletek naxwazin jin zanabin û mafê xwe bizanibin, ger jin vana bi giştî bizanibin wê bikaribin bi hêsanî têkoşîna xwe li hemberî vê sîstemê jî pêkbînin. Niha jî dixwazin mafê jinan yên di hevpeymana CEDAW hem jî Stenbolê ji destê wan bigirin. Mînaka wê dewleta Tirk jî di hevpeymana Stenbolê de aliyek bû. Lê ji nişkave ji aliyê Serokkomarê Tirkiye ve hat rawestan. Em dikarin bibêjin ku Peymana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rakirina hemû cûdahiya li dijî jinan (CEDAW) û Peymana Konseya Ewropayê ya Pêşîlêgirtin û Têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê û şîdeta malbatê peymanên navneteweyî yên herî girîng in. Di CEDAW de hatiye diyarkirin ku jin hem wek “ferd” xwedî mafin û hem jî wekheviya zayendî xwedî mafê xwe parastina ye.
Di dîrokê
de qanûnên wek ‘Zilam serwerê malê ye û yê malê dike mal jî zilame.’ di qanûnên
Tirkiye, Elmanya, Firansa, Îsfîçre û gelek welatên din de hatibûn rêzkirin. Bi
têkoşîna jinan re ev qanûn hatin rakirin. Lê mixabin tenê ji zagonan hatin
rakirin, wek têgihiştin û hişmedî heta niha jî bi wê ferasetê nêzîkatî li jinan
dikin. Dibe ku li ser ziman li her cihî qala jin û mafê jin were kirin ku
dibêjin ‘Mafê jin di nava qanûnên navnetewî de heye’ li Tirkiye û giştî cîhanê
tê dîtin ku jin di kijan rewşê de ye. Mixabin li gelek cihan qanûnên ku ji bo
jinan hatine rêzbend kirin, tenê li ser pelên spî dimîne. Ji ber ku di nava
sîstema desthilatdar de asta parastina jin û mafên jinan ewqase. Di encamê de
dewlet li ser hişmediya zilamê serdest tê birêvebirin ku ti mafê jinê nayê
naskirin. Di piratîkê de zêde qanûn nayên dîtin. Dema jinek ji bo giliyê xwe yê
li hemberî zilamek diçe dadgehê yan qerqola polîsan, bêku mafê wê bi parêzin dibêjin
ew hevalê te ye tiştên wisa di navbera we de wê rû bidin, paşde dişînin. Dema
keçek rastî destdirêjiya zilamekî tê, dibêjin wê jî xwestiye, ji bo neyên seza
kirin. Li Tirkiyê gelek mînakên giran ên ku li ser jinan hatine pêkanîn û bê
seza mane hene. Li ser jinan û mafê jinan zêde dilîzin lê sezayek ji bo wê nayê
diyar kirin. Lê di piratîkê de jî jin nayên parastin. Ev nêzikatiyên heyî
bandorekî gelek giran li ser jiyana civakê jî dide çêkirin. Di rastiya heyî de
jî dema em temaşeyî qanûnên dewletan dikin maf ji bo jinê nehatiye dayîn. Bi ti
awayî di aliyê qanûnî de nehatiye parastin. Gelek sedemên vê yekê hene. Di roja
me ya îro de cûdahî û tûndiya li ser jinê, li hemû welatên kêm pêşketî û
pêşketî bin, di her civakê de tê dîtin. Di dirêjahiya dîrokê de, di bin bandora
nêrîn û kevneşopiyên felsefî, adet û rêgezên olî de, têgihîştina ku
"jinan" bi rola jin û dayîkê re sînordar dike, rê li ber rêgezên
newekheviya jin û mêr di qanûnan de vedike û li aliyê din mafên heyî asteng
dikin.
Elîf Taşdogen

0 Yorumlar