Ticker

10/recent/ticker-posts

Dayikên Aştiyê êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kirin

Dayikên Aştiyê yên Wargeha Mexmûrê li ber avahiya xwe ango avahiya duh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi rêya balafira bêmirov û biçek hate bombebarankirin daxuyaniyek da.


Duh di saet 17:00’an de avahiya Dayikên Aştiyê yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bû hedefa balafira bêmirov û biçek yên dewleta Tirk a dagirker. Îro di bin pêşengtiya Meclis û Dayikên Aştiyê de xelkê wargehê li ber avahiya dayikên aştiyê kombûn û daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Dayika Aştiyê Medîne Hilalî ve hat dayîn.

Dayê Medîne di destpêka axaftina xwe de êrişa dewleta Tîrk ya duh li ser sazî û wargeha xwe bi tundî şermezar kir û wiha got: “Xelkê Wargeha Mexmûrê, xelkê ku ji ber zilm û zordariyê penaber bûyî ye. Destpêkê Wargeha Mexmûr ne cihê jiyanê bû, van dayîk û zarokan ev cih kir yê jiyanê. Ew kesên ku dibêjin em penaberan diparêzin, ka parastina te? Niha şandeya te di nava Wargeha Mexmûr de, te ne got mirovên min di nava Mexmûr de, te cihê dayikên aştiyê yên ku li mafê mirovan digere, yên ku naxwaze zarok bêne qetilkirin û naxwaze şer çêbibe bombebaran kir. Tu nikarî me bi van êrişan bitirsînî, em tu carî ji doza xwe navegerin, em li ser kîjan dozê hatine, emê li ser wê dozê bimeşin jî. Em gelin, tu gerîla di nava me de nîne, hemû jin, zarok, pîr û kalin. Em penaberin û li pey heqê xwe û çil milyon Kurd digerin. Heta ku Wargeha Mexmûr rizgar nebe, tu cih rizgar nabe.

Ez bang li Mesûd Barzanî dikim, tu şerê kursiyê li gel me dikî, bila kursî ji bo te be û bêje ezê wek Ocalan çil milyon Kurd biparêzim. Ev neh carin te wargeha Mexmûr firotiye ji bo berjewendiyên xwe, eger tu nikaribî li pêşiya çil milyon Kurd baxivî, nebêje ez serokim. Nebêje min peşmerge heye, eger tu mehekê mûçe nedin pêşmergeyan ew pêşmerge namîne gel te. Te niha ne gele û ne jî leşkerin, çima bela xwe ji Wargeha Mexmûr venakî? Eger îro Wargeha Mexmûr Hewlêr neparastiba, wê niha paytexta DAIŞ’ê bûya.

Ez bang li Kurdê welatparêz dikim bila li hemberî êrişên li ser Mexmûrê dengê xwe bilind bike, êdî bese, bila zarok û dayikên Kurdan negirîn.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’, ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar