Ticker

10/recent/ticker-posts

ÊŞÊN DI QIRIKA DAYÎKAN DE MAYÎN

 


Çîrokên dirêj yên rêwîtiyên penabertiya dayîkên Mexmûrê hêjayî pirtûkanin lê kêm jî be bi nivîs û hindek peyvan ravekirina van çîrokan bi wate û bi nirxe. Lê wek me li jor jî dayî diyarkirin tenê em dikarîn bi hindek xalên sitûr van çîrokan vebêjin. Yek ji wan mînakan jî çîroka dayîka Helîm Zoravayî ya ku 54 salî wiha qala çîroka jiyana xwe ya penabertî û zarokatiya gundê xwe kir. Dayîka Helîm ya ku beriya 54 salan li Gundê Biligan ya di nava qûntarên Cûdî de ji dayîk dibe. Mîna her dayîk û jinên vî welatî hêz û berxwedaniya jinên Botanê di nava ruhê xwe de dihewîne û li ser wî bingehî mezin dibe.  Dayîka Helîm di nava Gundê Biligan ku xwedî avhewayekî zozanî û xwezayekî mîna bûheştê ye mezin dibe. Zozana gund jî gund bixwe bû, ji ber ku li qeraçên çiyayê Cûdî bû.

Dayîka Helîm kêliyên zarokatiya xwe ya gund wiha bibîrdixe û dibêje: “Em ji sibê heta êvarî di nava mêrgên gunde bûn. Jiyana me ya gund bi karê malê û xwedîkirina lawiran ve derbaz dibû. Li gundê me zivistanê gelek befir dibariya. Lê ji ber ku me tim kar dikir em sar nedibûn. Hevaltiya wê demê gelek xweş û binirx bû. Werza biharê jî demê me bi komkirina çilo û pincaran derbaz dibû. Jiyana komîn ya gund gelek xweş bû, vê yekê jî gelek demê zêrîn bi me dida jiyan kirin. Zewaca wê demê li ser biryara malbatan û bi şêwazê berdêl bûn. Ez ji gundê Biligan bûm, Salih jî ji gundê Zorava bû. Dayîka hevjînê min, meta dayîka min bû. Dayîka min li hemberî biryara bavê min ya zewaca min rawestiya, ji ber ku meta xwe baş nas dikir. Lê bavê min biya xwe kir. Ne min hevjînê xwe dîtibû, ne jî birayê min hevjîna xwe dîtibû, zewaca me herdûyan jî li ser daxwaza bavê min pêkhat.”

Dayîka Helîm zoravayî da diyar kirina ku zewecên wê demê ji bo jiyana jinê gelek û gelek zehmet bûn û wiha pêde çû: “Zilm û zoriya xesûyên wê demê gelek zêde bû. Ji ber ku hevjînê min di sala 91’an de derbazî Bajarê Zaxo bû, ez jî ji gund derbazî Zaxo bûm. Dema em hatîn Zaxo, me nû zanîn fikirê Kurdê Bakur û Başûr ji hev cûdaye. Me jî di got hemû Kurd xwedî yek fikirin. Di şerê 92’ê de êrişên li ser me zêdetir bûn. Yên ku bêhna Kurdiniyê jê dihat, digirtin dixistin girtîgehan. Hevalan gotin ji wir derbazî wargeha Zelê bibin, em 93’ê derbazî Zelê bûn. Êdî di nava Zaxo de dest bi girtina welatparêzan kiribûn. Li Zelê Îranê êrişî me dikir, her roj em rû bi rûyî êrişên balafirên Îranê di hatin. Em her şev diçûn întişarê. Piştî demekê em cardin derbazî Zaxo bûn. Ji ber ku em qaçax bûn, me ne dikarî em derbikevin ji derve. Keça min ya destpêkê 5 salî bû ji pêplîngan ket, me nebir nexweşxanê li wir jiyana xwe ji dest da.

Helîm Zoravayî di berdewam gotinê xwe de destnîşan kirin ku ew ji ber êrişên dewleta Tirk, PDK’ê û dewleta Iranê derbeder bû û wiha anî ziman: PDK’ê em kirin dû beş ambargo li ser me ferz kirin, 90 rojan me nan çênekir, me berû û nanê mişkan xwarî da zarokên xwe. Derdorê me pêşmergeyan bi çeperan girtibûn. Em zivistanekê li Etrûş man. Zarokek ê min di ambargoyê de çêbû, em Sibatê derbazî Nînova bûn ku dikeve aliyê Mûsilê. Li Nînova jî heman êrişên PDK’ê li ser me berdewam dikirin. PDK’ê êrişî me dikir û talanê me dibirin, tiştek didestê me de ne dihêlan. Dixwest dewleta Tirk bîne di nav me de û me radestî dewleta Tirk bike. Heftiyek sax min salçe qelandiye daye zarokên xwe. Dema îradeya mirovan xurt be, mirov dikare xwe li hemberî hertiştî radigire. Em ji wir jî hatin deşta Mexmûr mêş û kêş, toz û telîs, ne av ne hal ne jî mal. Dema ez qala wan rojan dikim giriyê min bi halê min tê, av tine bû tiştek tine bû em di rûniştin ji halê xwe re digiriyan. Pirtûk li ser jiyana me wê bên nivîsandin xudê dizane me çi jiyan kiriye.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar