Zêdetirî 50 sal li ser dema ku koma pêşî li derdora Rêber Apo kombûyî re derbas bûn û azadiya Kurdistanê kirin hedefa xwe. Ji vê demê heta roja îro hejmara mirovên ku tevlî Rêber Apo bûne û jiyana xwe bi têkoşînê ve kirin yek gihişt sed hezaran, belkî miliyonan. Em îro dibînin ku Rêber Apo bû Rêberê mirovahiya azadîxwaz û wisa xuya dike ku êdî ji her welatê li ser rûyê cîhanê şoreşger derketin û xwe kirin parçeyek ji heqîqetê, perçeyek ji Rêber Apo.
Tevlîbûna Rêber
APO tê çi wateyê?
Gelo sedema
tevlîbûna ewqas mirov çiye?
Tevlîbûn tenê
bedel, zor û zehmetî ye?
Eger ez bi dil
û can tevlî Rêbertî dibim, wê tiştek ji min kêm yan zêde bibe?
Bê gûman çiqas
Heval hene, ewqas çîrokên tevlîbûnê jî hene. Her yek ji wan jî beşek ji Romana
PKK’ê ye. Çawa Rêber Apo naskirin, çawa baweriyekî wisa di wan de çêbû ku bi
hemû hebûna xwe tevlî vê jiyanê dibin? Çawa lêgerîna wan a azadiyê destpêkir?
Çawa wateya herî mezin dan jiyana xwe? Çawa wijdan û xwe berpirsiyar ditîn bûn
diyarkerê çarenûsa wan? Ev pirs hemû jî hêjayî mereqkirinê ne. Her pêvajo jî bi
taybetmendiyên xwe, çîrokên cuda yên tevlîbûnê bi xwe re tîne. Carna tevlîbûn
bi hêjmarên zêde zêde wek bersiva civakê ya êşên herî giran çêdibin, carna
bûyerên mezin dibin sedema şiyarbûna hezaran ciwanan. Carna bi bandora şehadetên
derûdra xwe, ciwan dikevin ferqa hin rastiyan.
Di hinek milan
de jî ferq di navbera îro û rojên destpêkê de hene. Îro Ronahiya Rêber Apo gihişt
aliyên herî dûr, PKK bû navekî mezin, Gerîlayên azadiya Kurdistanê di milê
leşkerî de dewletên NATO xistin çi halî û bi hezaran şehîd rêya jiyana rast nîşanî
me kirin. Tevlîbûna Rêber Apo ji her tiştî zêdetir watedayîna jiyanê ye. Dema
yek tevlî Rêber Apo dibe, ev tê wê wateyê ku hedefên mezin dayê pêşa xwe û di rêya
xwe gihandina hedefa azadiyê de bi zelalbûyînek mezin tevdigere. Ji ber ku bi
diyarkirina hedefa xwe, têkoşînek dewamî destpêdike li hember her astengiyên ku
xwe nîşan dike, çi derve be, çi jî di hindirê xwe de be. Ez bawer nakim ku
mirov bi tevlîbûna xwe tiştek winda bike. Herî zêde rihetiya sexte tê winda dike.
Rihetiya ku modernîteya kapîtalîzm di nava civakê de dixwaze bide avakirin, ji
zerarê zêdetir tiştek din tineye. Dahûrînerekî pergala kapîtalîzmê vê wisa anî
ziman: 'Kapîtalîzmê rihetî dide te û azadiya te bi vêya distîne.' Bi her tişta
ku ev pergal amade dide pêşiya te, te hînî zêdetir hewceyî xwe dike, te dike koleyê
xwe. Tam berovajî vê Rêber Apo mezinbûyîn û xwebûyîn di hevalên xwe de pêşdixe.
Her tiştê ku di wan 51 salên têkoşînê de hatî avakirin, bi derfetên xwe bixwe
avabû. Rêber Apo rêbaza vê jî nîşanî me dike û em çiqas li jiyana Rêber Apo
dinêrin jî, li herderê ev rêbaz xuyaye. Çi darbe, çi zehmetî, çi astengî
derdikeve pêşiya Rêber Apo bi zelalî û wêrekî nêz dibe, tecrûbe û ders derdixe û
hêza xwe hîn zêdetir dike. Bi vê terzê Rêber Apo ewqas lêhengên me yên mezin
mohra xwe li dîroka dan.
Mirov vê yekê
jî înkar nake ku dema mirovê tevlî Rêber Apo bibe wê êş û zehmetî ji holê
ranabin. Lê tişta esas eve: Mirovên ku ji êş û zehmetiyan direve û di bin de
difetise, li hemberî vê disekine û ji bo derbazkirina êş û zehmetiyan hêz
qezenc dike.
Sîpan Armanc
0 Yorumlar